Komek ji aktîvîstên Elman, li paytext Berlînê ji bo bidawîbûna tecrîdê û piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê dike.

Komek ji aktîvîstên Elman biryar da piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin. Aktîvîst wê bi navê “Leyla; tu û têkoşîna te di dilê me de ne” ji îro û pê ve dest bi greva birçîbûnê dikin.

Bi vê armancê wê îro li meydana Heinrichplatzê ya navçeya Kreuzberg a Berlînê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin û greva birçîbûnê wê dest pê bike. Grev wê heta 15’ê Nîsanê bidome. Aktîvîstan li ser hesabê medya civakî yê bi navê “@HungerstreikB” daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan.

Aktîvîstan bi bîr xistin ku dewleta Tirk li Îmraliyê tecrîdeke giran li Ocalan ferz dike, li dijî tecrîdê jî Leyla Guven, 7 hezar girtiyên li girtîgehan û aktîvîstên li gelek navendên Ewropayê di greva birçîbûnê de ne û gotin, “Em piştgiriyê didin daxwaza ji bo rakirina tecrîdê. Em ê bi berxwedana xwe, sansura medya Elman a li ser vê berxwedanê ji holê rakin.”

Daxuyanî bi navê Komîteya Berxwedanê ya Berlînê hate dayin û hat destnîşankirin, tecrîd bi têkoşîneke hevpar dikare bê bidawîkirin. Her wiha hate gotin, her kesên xwe şorşeger û demokrat dibînin divê bikevin nava liv û tevgerê. Komîteyê diyar kir, li meydana ku çalakî lê pêk bê, wê rojên Şemî û Yekşemê ji saet 16:00 û pê ve çalakiyên cihêreng werin lidarxistin.