Berdevkê Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji ber zêdebûna şaştiyên di formen 51, 52 û 53’ê de nekarîna di dema wê de encamên serekî yên hilbijartinê eşkere bikin.
Li gorî biryara komisyona hilbijartinê pêwîste 72 saetan piştî hilbijartinê encamên destpêkê bên eşkerekirin. Li gorî vê jî pêwîst bû duh saet 18:00’ê encamên destpêkê bihatina ragihandin. Lê encam nehatin eşkerekirin.

Li ser sedema ne eşkerekirina encamên destpêkê di dema xwe de berdevkê Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ji RojNews re axivî û got; “Ji ber şaştiyên zêde yên di formen 51, 52 û 53 de, me nekarî encaman di dema xwe de eşkere bikin. Duh me pir hewldan kir, lê me nekarî karên pêwîst ji bo temam bikin.”
Zirar daxuyakirin ku wê îro encamên destpêkê eşkere bikin, belê nikare dema wê tam bêje.

Li gorî zanyariyên RojNews ku ji nava komisyonê girtine, îro saet 12:00 an jî saet 14:00’ê bi daxuyaniyek çapemeniyê wê encamên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bên eşkerekirin.