Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk di 7’ê Cotmehê de, êrîşî mizgefta kampa penaberan ya li Mexmûrê kir.
Piştî çalakiya fedaî ya li navenda Enqerê, dewleta Tirk a dagirker, bi armanca veşartina derbaya ku xwarine û îmaja dewletê xurt bike, şoqa mezin ji ser xwe biavêjin, êrîşên li dijî Rojava û Şingalê dane dest pê kirin.
Operasyon û êrîşên li ser Herêmên Parastina Medya jî di asta sûcên şer de dewam dikin.
KCKe got; Rayedarên dewleta Tirk, peyvên Îslamî li ser zimanê xwe kêm nakin û Kurdên misilman dikujin. Di nava bêşermiyek mezin de, ji bo şerê li Gazzeyê banga aramiyê dikin, lê ew bê perwa sivîlan, jin û zarokan dikujin.
Em bibîrdixin ku, mafên Kurdan jî heye ku mîna hemû Misilmanan, li welatê xwe, li ser axa xwe bijîn. Gelê Mexmurê, erda çol, bi îradeya xwe ya xurt û baweriya mezin ya li azadiyê kire cihekî behiştî. Mizgefta xwe ava kirin, weke civaka Îslamî, di têkoşîna maf û edaletê de, li dijî niheqiyan têkoşîn kirin. Ola Îslamî jî zilmê qebûl nake û li her misilmanî ferz dike ku li dijî zilmê têkoşînê bike.
Têkoşîna azadiyê û hebûnê ya xelkê Mexmûrê, di heman demê de têkoşîna ji bo parastina nirxên Îslama Demokratîk e. Lê dewleta Tirk migefta Memxurê bombe kir. Bi salan ku PDKe ku bûye hevkarê Dewleta Tirk a metinger, bi salan e ambargoyê dideyne ser wan. Divê, cîhana îslamî li dijî van êrîşên dewleta TRirk dengê xwe bilind bike.
Erdogan ku peyvên Xweda, Îslam, Quran, Pêxember, biratiya Misilmanan timî ziman, êrîşî xweseriya demokratîk ku hemû gelên misilman û baweriyên cûda dinava aştiyê de dijîn dike. Nasname, ziman, çand û baweriyên cuda ku Xwedê afirandiye înkar dike.
Dewleta Tirk a çete ku li ser şopa Yezît û Haccac dimeşe, êrîşî cih û warên pîroz, êrîşî gorîstanan, êrîşî jin û zarokan dike.
Em bang li Kurdan, Ereban, gelên din, Misilmanên bi hestên pak îmanê dikin, alimên xwedî exlaq û wijdanê hemûyan dikin ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dengê xwe bilind bikin.