Komîteya Lihevanînê ya Kantona Efrînê di nava salekê de ji hezar û 47 pirsgirêkan, hezar çareser kirine.
Endamên Komîteya Lihevanînê ya Katona Efrînê piştî dagirkirina Efrînê xebatên xwe li kantnona Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê dewam dike. Komîteyê di nava salekê de hezar pirsgirêk çareser kirin.
Komîteya Lihevanînê ya Kantona Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyê ve di sala 2011‘an de hat avakirin. Endamên komîteyê bi dildarî dixebitin û pirsgirêkên civakê çareser dikin.
Komîteya Lihevanînê ya Efrînê ji 35 endaman ji her du zayendan, rûspiyên herêmê û kesayetên oldar pêk tê. Li deverên “Ehdas, Ehris, Til Rifet û navçeya Şêrawa ya Efrînê, bajarokê Dêrcemal, Babnis, Fafîn û 4 kampên li Şehbayê” belav dibin.
378 pirsgirêk girêdayî jin hatin çareserkirin
Komîteya Lihevanînê di nava salekî de hezar û 47 pirsgirêk pêşwazî kir, jê hezar hatin çareserkirin, 16 jî têne şopandin û hejmareke kêm radestî aliyên qanûnî hatin kirin. Ji wê hejmarê 404 pirsigêrk girêdayî jinan bûn, jê 378 hatin çareserkirin. Beşek jê radestî Dîwana Dadê hate kirin û beşek din têne lêkolînkirin.
Piraniya pirsgirêkan girêdayî pevçûn, deyn, nakokiyên malbatê, nakokiyên eşîreyan, qezayên trafîkê, tol, kuştin û diziyê ne.
Berdevkê Komîteya Lihevanînê Hec Feysel Hebeş anî ziman ku xebatên komîteyê dildarî ye, armanca wê ew ku pirsgirêkan çareser bikin û hezkirin di nava civakê de belav bibe.
Hebeş diyar kir ku komîte serbixwe kar dike û bi razîbûna aliyan pirsgirêkan çareser dike.
Hec Feysel Hebeş di dawiya axaftina xwe de got: “Em ê li ber xwe didin, em soz didin gelê xwe ku em heqiyê pêk bînin. Ji bo xizmeta vî gelî û vî welatî em amade ne. Fikrê Erdogan û çeteyên wî îrade û moralê me naşkîne. Em ê heta dawiyê li ser heqiyê bin û wê biparêzin.”
(bb)
ANHA