Di daxuyaniya komîteyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di dema desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst de, ev polîtîka gihiştine asteke hîn derexlaqî û derveyî mirovatiyê.

Bi taybetî ji bo ku têkçûna xwe ya li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê veşêre, hîn zêdetir komkujiyan dike.

Ev desthilatdarî xwedî zihniyetek wisa ye ku heta cenazeyên leşkerên xwe yên li hemberî berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metîna jiyana xwe ji dest dabûn jî şewitandin.

Dewleta Tirk a dagirker cenazeyan nade malbatên ku di her şert û mercî de xwedî li zarokên xwe şehîd derdikevin.

Bi salan şûnde bi awayekî herî nemerdane hestiyên zarokên wan di nava torbe û qutiyan de bi rêya postayê ji malbatan re dişîne.

Bi vî rengî li ser hemû civakê bêrûmetî û terikandina nirxan ferz dike.

Ev pêkanîn derdixe holê ku desthilatdariya faşîst a Erdogan-AKP’ê xwedî çi sekneke sadîst, psîkopatî û nexweşiya ruhî ye.

Ya herî xerab jî ew e ku ev bi eşkereyî li ber çavên hemû cîhanê tên kirin.

Li hemberî pêkanînên dijmirovahî yên li hemberî Kurdan diyar e ku hemû cîhanê mirovahiya xwe ji bîr kiriye.

Her roj zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî qetil dike û vê yekê servîsê hemû cîhanê dike.

Ev kiryarên qirkirinê yên ku ji terteleya dema Şêx Seîd, Agirî, Geliyê Zîlan û Dêrsimê û vir ve tên meşandin li Tirkiyeyê weke polîtîkayeke dewletê hatiye îcrakirin.

Divê gelê me vê yekê baş bibîne.

Şehîdên me bi berxwedanên xwe yên mezin rêya serkeftinê heta dawiyê vekirine.

Helbet wê di dawiyê de doza bi heq a gelê Kurd wê bi serkeftinê bi encam bibe.

Bê guman ev encex bi vê yekê pêkan e ku mirov hîn zêdetir li dora nirxan kom bibe, tirsa ku faşîzmê ava kiriye bişkîne û bi her cure çalakiyê nirxên xwe biparêzin.

Eger em vê yekê bikin, encex hingê şehîdên me wê di rêya xwe ya bêdawîtiyê de bigihijin aramiyê.

Li ser vî bingehî em bang li her kesî dikin ku hîn xurttir xwedî li şehîd û nirxên me yên pîroz derkeve.

Em dibêjin ku bi her cure çalakiyê parastina pîroziyên me, hinceta me ya hebûn û nebûnê ye.”