Komîteya PAJK’ê ya Zindanê: Di serî de jin, em bang li gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Zulkufan, Uguran, Aytenan bicivin û ji bo kesekî din nemire, têkoşînê xurtir, berxwedanê kûrtir bikin. 

Komîteya PAJK’ê ya Zindanê di derbarê çalakiya fedaî ya Ayten Beçet ku li girtîgeha Gebzeyê çalakî kiribû de daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

“Heke mirovahiya pêşverû ku di vê serdemê de têgînên weke demokrasî, aştî, maf û azadiya mirovan ji bo xwe weke navgînên pêşketinê dibîne, li Rojhilata Navîn ku navenda cîhanê ye, qêrîna berxwedêrên ji bo demokrasî, azadî û aştiyê ketî greva birçîbûnê û bedena xwe dayî ber mirinê bêdeng dimîne, wê demê hêviya ji bo pêşerojê her ku diçe kêmtir dibe!”

JIN Û CIWANÊN KURD MOHRA XWE LI BERXWEDNANÊN DÎROKÎ DIDIN

“Berxwedana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji roja 136’an bihurî. Ji ber mafdar û rewabûna vê berxwedana Guvenê bi hezaran kes û li gelek deverên cîhanê, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derketin. Jin û ciwanên Kurd, weke hevrêya xwe Zîlanê ku gotî, ‘Xweziya ji canê min zêdetir tiştek hebûya min bida’ li her derê ketine greva birçîbûnê û mohra li binê berxwedana li dijî faşîzmê didin.”

DEMA BILINDKIRINA BERXWEDANÊ YE

“Gelê me li her derê li ber xwe dide û mohra xwe li binmê serkeftinên mezin dide. Lê belê ev ji bo şkandina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê têrê nake. Lewre divê em berxwedana xwe bilindtir bikin û berxwedanê kûrtir bikin, hê sibê dereng nebûyî!

Hevrêya me Ayten Beçet, hê di bihara temenê xwe de jiyana wê, azadiya wê jê dizîn, girtin xistin zindanê. Hê di temenê biçûk de vê têkoşera azadiyê li hemberî zilma li ser gelê xwe bêdeng nema û bi awayekî fedaî bedaldayîn da ber çav. Ligel vî temenê xwe yê ciwan, Rêbertî baş fêm kiriye û bi sekn û tevlîbûna xwe ya şoreşê, bandor li hemû hevrêyên xwe kiriye. Belê wê, bi çalakiya xwe ya fedaî nîşan daye ku em li kû derê bin bila bibin, wê jin li dora Rêbertiya xwe bibin çembereke ji agir, heta dawiyê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin; heke jiyaneke bibe wê azad be, neke ne azad be wê nebe, jiyaneke bê Rêbertiyê qebûl nekiriye. Xwedîderketina li têkoşîn û berxwdana wê, xwedîderketina Rêbertî û xeta azadiya jinê û armancên wê yên azdiyê ne. Xwedîderketina li cenazeyê wê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyên ne. Lewre di serî de jin, em bang li her kesî dikin ku li dora berxwedana Zulkuf, Ugur û Aytenan bicivin û ji bo şahadetên din çênebin, têkoşîn û berxwdanê bilindtir bikin.”

‘BÊDENGÎ ERÊKIRINA MIRINAN E’

“Roj ne roja bêdengmayînmê ye. Roj, roja bilindkirina berxwedana van zarokên egîd ên gelê Kurd e. Lewre divê her kes peyama hevrê Zulkuf û Ugur û Aytenê dayî baş bixwine û bikeve nav tevgerê. Çalakiya wan, di heman demê de bertekeke li hemberî vê bêdengiyê ye jî. Bertekeke li dijî bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ye. Lewre divê ti kes li dijî vê tecrîdê bêdeng nemîne, her beşên civakê rabe ser piyan bertek raber bike. Bêdengmayîn, erêkirina mirinan e. Kî/ê li hemberî vê bêdeng bimîne wê di nav bêdengiya xwe de bifetise û wijdana wan, wan bişewitîne. Her wiha wê dîrok ji wan hesab bipirse. 

Em bang li saziyên navneteweyî dikin; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bêdengiya we xwe sûd digire, her roj bêtir êrîşkar dibe. Her ku hûn xwe li ker-kor-lalîtiyê datînin, nirxên mirovahiyê yek bi yek tên kuştin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Heke hûn naxwazin bibin hevparê vî sûcê mirovahiyê, divê hûn demildest bikevin nav tevgerê û daxwazên berxwedêran pêk bînin. Nexwe hûn ê bibin esîrê faşîzmê û wê agirê Newrozê yê Zulkuf, Ugur û Aytenan pê xistî, wê we bişewitîne. 

Her bedela ji bo jiyana azad tê dayîn, heke ji bo jiyaneke watedar be pîroz e. Têkoşîna me ya ku bi salan e em didin, heke ji bo jiyankirina gelê me ya li Kurdistaneke azad be, divê armanca me ji rikê zaliman ve ew be ku em bijîn û bidin jiyîn. Soza me dayî şehîdên xwe nêz e ku em xeyalên wan pêk bînin.”