Komîteyê Zindanê yên PKK-PAJK’ê girtiyên ku beriya bi 25 salan li zindana Amedê hatin qetilkirin bi bîr anî.
Komîteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyeke niviskî girtiyên ku 24’ê Îlona 1996’an hatin qetilkirin bi bîr anî.
Komiteyên Zindanê yên PKK-PAJK’ê komkujiya 24’ê Îlona 1996’an a li zindana Amedê bi bîr anî û got, ”Dewleta Tirk a faşîst ku êrîş anî ser girtiyan 12 hevrêyên me bi xwînxwarî qetil kirine. Dewleta Tirk a faşîst ku bi qalasan serê girtiyan parçe kirî, bi vî sûcê mirovahiyê rûyê derî mirov ê dewleta Tirk a faşîst û nêzîkatiya wê ya li Kurdan bi rengekî aşkere derketiye holê.”
Komîteyê bi berdewamî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln, binpêkirina mafan a li girtîgehan bi bîr xist û got, ”Girtîgeh îro bûne cihên ku faşîzma terorê dike, nîjatperestî lê geş bûye û bûne cihê tolhildan, êşkence û zilmê.”
Komîteyê got piştî Berxwedana Zindanê ya Mezin a sala 2019’an, di pêngava ‘Dema Azadiyê’ de jî bûye yek ji eniya sereke ya berxwedanê û di têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP-MHP-Ergenekonê de bi layiqî rola xwe rabûne.
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hate gotin: ”Em hevrêyên xwe Mehmet Aslan, Kadrî Demîr, Ahmet Çelîk, Edîp Derîkçe, Mehmet Nîmet Çakmak, Ridvan Bulut, Mehmet Kadrî Gumuş, Erhan Hakan Perîşan, Cemal Çam û Hakkî Tekîn ku 24’ê Îlona 1996’an li zindana Amedê di komkujiyê de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin, em diyar dikin ku em ê bi hilweşandina faşîzmê, bidawîkirina hesîrtiya fizîkî ya Rêber Apo û azadkirina gelê xwe bersivê bidin bîranîn wan, bang li tevahiya gelê xwe, gelan û raya giştî ya bihistyar dikin ku di nav têkoşînê de cih bigirin û li dijî faşîzmê berxwedanê geş bikin.”