Serokê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xît êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê red kir û weke binpêkirina serweriya xaka Iraqê bi nav kir û got: “Ji derveyî binpêkirina serweriya Iraqê binpêkirina serweriya navdewletî ye jî.”

Wezareta Derve ya Iraqê jî îro bi fermî ji Tirkiyeyê xwest ku hemû hêzên xwe yên leşkerî ji nava xaka Iraqê vekişîne û rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.