Komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê kir, li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, her sê jinên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin, bi mîtîngekê hatin bîranîn.
Çalakî ji aliyê platforma jinan a Ewropayê ve hate lidarxistin. komeke nîjadperest di dema çalakiyê de xwest êrişî gel bike, polîsan çend kes ji komê destgîr kirin. Çalakger piştî mîtîngê çûn komeleya ATÎG’ê, lê koma faşîst vê carê jî hewl da êrişê bibe ser avahiya komeleyê. Polîsan korîdora ewlehiyê li dora komeleyê çêkirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî saet di 18:00 de ji aliyê Meclîsa Jİnan a Nûda ya Freîbûrgê ve hate lidarxistin û êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.
HANNOVER
Kurdistaniyên li bakurê Elmanyayê ne jî bi pêşengiya Fed-Demê li Hannoverê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Tevî Kurdan her wiha gelek dostên Kurdan ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku bi yekîtî û hevgirtinê wê faşîzmê têk bibin.
BÎELEFELD
Êrişên dewleta Tirk ên il ser Kobanê, li bajarê Bîelefeldê hatin şermezarkirin. Çalakî li stasyona navendî ya Bîelefeldê saet di 18:00 de pêk hat. Qisekeran bang kirin ku destûrê nedin êrişên hovane yên dewleta Tirk û gotin, “Em bêdeng nebin, em xwe bi rêxistin bikin û nirxên şoreşa Rojava li her qadê belav bikin.” Qisekeran diyar kirin ku mîrateya Zehra, Hebûn û Emîne wê bibe sedema azadiya jinan.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistan Atînayê jî Kurdistaniyên li bajarokê Lavrîoyê ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê meşek li dar xistin. Piştî meşê li navenda bajêr daxuyaniyek hate dayin û êriş hate şermezarkirin.
DEN HAAG
Komkujiya ku dewleta Tirk li gundê Helincê yê Kobanê kir, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate şermezarkirin. Çalakî li pêşiya avahiya parlamentê pêk hat. Bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî jinan dike, berpirsyariya xwe pêk bîne.
LÎMBÛRG
Li bajarê Lîmbûrg ê Hollandayê, komkujiyên ku dewleta Tirk li Rojava dike hate şermezarkirin.Dijminatiya dewleta Tirk a li jinan, li Fransayê hate şermezarkirinLi paytexta Fransa Parîsê û li banliyoyên Vîllîer le Bel, Evry û li bajarê Rennesê, komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir hate şermezarkirin. PARÎS: Bi banga TJK-F’yê, li paytexta Fra…

ANF NewsQetlîamên dewleta Tirk a li ser jinan li Swîsreyê hatin protestokirinBERN Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhofplatzê hatin ba hev wêneyên jinên hatibûn qetilkirin hildan mîtîngek kirin. Di mîtîngê de pankarta ‘Wê jin cîhanê biguherin’ û ‘Qatilê jin û za…

ANF NewsTundiya li ser jinê protesto kirinDUISBURG Ji bo cinayetên jinan û êrîşên serdegirtinê yên dewleta Tirk ên li dijî saziyên jinan protesto bikin li Duîsburga Elmanyayê çalakiyek pêkanîn. Li Duîsburgê çalakiya ji aliyê…

ANF NewsLi Swêdê qetilkirina jinan a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirinMeclîsa Jinan a Amara ji bo êrîşa Balafirên Bêmirovê yên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk a li gundê Helîncê ya Kobanê pêk anî 3 şehîd bûn protesto bikin, di seat 18:00’an de li Qada Sergelstorgê çalak…

ANF NewsLi Parîsê qetlîama Helîncê hate protestokirinJinên SKB’ê yên li Strasbourg Saînt_Denis Kemerî hatin ba hev, mêtingeriya Tirk a faşîst ku 3 jinên Kurd qetil kirin, protesto kirin. Jinan anî ziman ku dewleta Tirk di qetilkirina jinan de sînoran…
