Komkujiya ku dewleta Tirk li Kortekê kir, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê û Efrînê pêk tîne li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Çalakî li ber HBF a Hamburgê pêk hat û pankarta bi nivîsa “Ji Efrînê heta Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk bicehime” hate hildan.
Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û bi qîrîna dirûşman dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.