Di salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê de li bajarên Zurîch û Bîel ên Swîsreyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de li gel şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, her wiha serketina gerîla ya li Garê jî hate silavkirin.

ÇELENGA REŞ DANÎN BER KONSOLOSXANEYA TIRK

Li bajarê Zurîchê Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li ber Konsolosxaneya Tirk li hev kom bûn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê Alî Şîmşek li qada çalakiyê axivî û bi bîr xist ku komploya navneteweyî 22 sal in dewam dike.

Şîmşek got, “Weke ku di mînaka Garê de tê dîtin, hêzên komploger li pêşberî berxwedana bêhempa ya gerîla têk diçin” diyar kir ku bi xwedîderketina li pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Piştî axaftinan bi navê Meclîsa Gel a Zurîchê Ahmet Aslan çelenga reş danî ber konsolosxaneyê.

LI 3 DEVERÊN CUDA YÊN BÎELÊ KOMPLO HATE ŞERMEZARKIRIN

Bajarekî din ku Kurdistanî lê daketin qadan Bîel bû. Li 3 deverên cuda yên bajêr bi hevdemî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li Bahnhofplatz, Nîdaûgasse û Centralplatzê di çalakiyan de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan.