Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê, gef û êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin.

Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, doh danê êvarê saet di 18:00 de mîtîngek hate lidarxistin û lihevkirina rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi navê ciwanên Êzidî Şerzan Şengalî, bi navê SMJÊ Sosin Kartal û bi navê TCŞ’ê jî qisekerek axivîn.

Di çalakiyê de hate xwestin ku tavilê peymana ku tasfiyeyê li ser hêzên xweparastinê yên Şengalê ferz dike bê betalkirin û gefên li dijî Şengalê jî êdî bi dawî bibin. Qisekeran bal kişandin ser bûyerên li Şengalê qewimîn û bang li Neteweyên Yekbûyî jî kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Di axaftinan de hate gotin, yên ku êrişî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê dikin, navê xwe çi dibe bila bibe paşnavê xwe DAÎŞ e. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Rêveberiya Şengalê ya Demokratîk û Xweser”, “Bijî YBŞ”, “Bijî YJŞ” hatin qîrîn.