KON-MED’ê diyar kir ku divê Ewropa, hêzên demokratîk û pêşverû û hêzên navneteweyî nêta ji bo çareseriya demokratîk a PKK’ê û gavên di vê mijarê de avêtine ji nêz ve bibînin.
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi wesîleya salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku PKK li dijî polîtîkayên qirkirina çandî yên li ser Kurdan, ku ji bo tunekirinê dihatin mweşandin, weke têkoşîn û serhildanekê derkete ser dika dîrokê.
KON-MED’ê bal kişand ser daxwaza ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Pêwîste hebûn, nasname û zimanên Kurdan, çanda Kurdî bi destûra bingehîn û qanûnan bên ewlekirin, azadiya Kurdan bê naskirin û Kurd weke gelekî bên qebûlkirin. Xwerêveberî, yanî xweseriya demokratîk, perwerdeya bi zimanê dayikê divê bên qebûlkirin. Ev daxwazên jêneveger ên gelê Kurd e. Heta ku bersiv ji van daxwazan re neyê dayin, nikare bê gotin ku înkar û asîmîlasyon qediya ye, yan jî qirkirina çandî bi dawî bûye.”
KON-MED’ê destnîşan kir ku heta Kurd weke muxatab neyê dîtin, îradeya wan neyê naskirin û danûstandin bi nûnerên wan re neyê kirin, bersiv ji van daxwazên bingehîn re nayê dayin, mafên wan nayê naskirin.
KON-MED’ê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK her tim alîgirê çareseriya demokratîk siyasî ye û wiha dewam kir: “Nêzî sih salin di vê çarçoveyê de hewl dide. PKK’ê 9 caran agirbest ragihand û ji bo bingehê ji çareseriya demokratîk re deyne berpirsyariya xwe bi cih anî. Lê belê ji ber ku Yekîtiya Ewropayê bi taybetî jî Elmanyayê tevkarî li çareseriya pirsgirêka Kurd nekirin, ji ber ku qedexeya neheq a li ser PKK’ê dewam kirin, ji ber piştgiriya wan a bi çekan û pere û hwd. dewam kir, bingeha komkujiya li dijî Kurdan nekarî ji holê bê rakirin, lewma şer û alozî heta vê demê dewam kir.
Herî dawî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniya xwe ya li Newroza 2013’an re nîşan da ku ew çareseriyeke çawa dixwaze. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hemû rêxistin û pêkhateyên xwe alîgirê çareseriyeke wiha ne. Gleê Kurd û hêzên demokrasiyê xwestine ku xwedî li vê rê û pêvajoya çareseriyê bê derketin.”
Di dawiya daxuyaniya KON-MED’ê de ev bang hate kirin: “Di serî de Elmanya, Ewropa û hêzên demokratîk ên pêşverû, hemû hêzên navneteweyî divê vê nêta çareseriya demokratîk û gavên PKK’ê ji nêz ve bibînin. Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê xwedî wê karakterê ne ku dikarin bandoreke yekser li Rojhilata Navîn û cîhanê bike. Ji ber vê yekê em bang dikin ku mirovahiya demokratîk a pêşverû û hêzên navneteweyî yên berpirsyar ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê li gel gelê Kurd û hêzên demokrasiyê cih bigirin, piştgiriyê bidin rêya çareseriyê û di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê li gelê Kurdistanê, mirovahiya demokratîk a pêşverû hate pîrozkirin.