KON-MED’ê êrîşa dewleta Tirk a li dijî kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir û bang li Kurdistaniyan kir ku êrîşê şermezar bikin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî kampa penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampa bû hedefa êrîşê di bin ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de ye.
Hate bibîrxistin ku hikumeta Iraqê û hikumeta Hewlêrê li dijî êrîşê bêdeng in û bang kir ku êrîş li ber nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî bê şermezarkirin.