Hevserokên KON-MED’ê ji ber koça dawî ya kedkarê civaka Êzidî û gelê Kurd Şemdîn Baran peyama sersaxiyê weşand.

Di peyama Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) de hate ragihandin ku ew bi xemgînî pê hesiyane ku welatparêz û kedkarê civaka Êzidî û gelê Kurd Şemdîn Baran 21’ê Adara 2021’ê li bajarê Celle yê Elmanyayê koça dawî kiriye.

Hevserokên KON-MED’ê diyar kirin ku Şemdîn Baran zêdeyî 30 salan li Elmanyayê tevlî karên gel ên neteweyî û yên olî yên Êzidiyan bû.

KON-MED’ê ragihand ku Şemdîn Baran ji bo yekîtî û hevgirtina Êzidiyan, ji bo azadiya gelê xwe bi dil û can xebitî û bi van taybetmendiyên xwe li nava civakê yekî naskirî bû.

Bi navê KON-MED’ê sersaxî ji malbata Şemdîn Baran, ji civaka Êzidî û tevahiya gelên Kurdistanê hate xwestin.