Duh 2’yemîn konferansa Meclisa Edaleta Jinê bi dirûşmeya “Jin afirînera edaletê ye, bilindkirin û mîsogerkirina wê erka jinan e” bi beşdarbûna 350 delegeyan ji hemû herêmên Cizîrê dest pê kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan destpê kir.

Di konferansê de axaftin ji aliyê rêveberên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Meclisa Edaleta Civakî, sazî û rêxistinên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star ve hatin kirin.

Di axaftinan de rola jinan di pêşxistina edaleta civakî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate silavkirin û tekezî li ser girîngiya perwerdeyê li ser bingehê piransîpên edaleta civakî hate destnîşankirin.

Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê rola jin di pêşxistina civakê de bi taybet di warê delete de hatin xwendin.

Di kongreyê de rapora salane ya xebatên edaleta civakî ya jinê hate xwendin û nirxandin. Her wiha nêrîn û pêşniyarên jî derketin pêş.

Li gorî rapora xebatê Meclisa Edaleta Jin 100 rewşên zewicandina zarokan rewestandin, di heman demê de binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî jinên Efrînê hatin belgekirin, her wiha bang li raya giştî hate kirin ku li hemberî van zêdegaviyan erka xwe pêk bînin.”

Beşdaran li hev kirin ku piştî 3 mehan civîneke berfireh were lidarxistin, tê de koordînasyoneke giştî ya meclisê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirin.

Konferans bi encamnameyê bi dawî bû. Encamname ji gelek biryarên girîng pêk tê, ji wan:

-Ragihandina Meclisa Edaleta Civakî ya Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Ji bo jinên di nava sazî û desteyên edaleta civakî dewreyên perwerdeyê bêne vekirin.

-Rêziknameyê Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan piştî 3 mehan were amadekirin.