Konferansa Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyên li Şengalê ya bi dirûşmeya ‘Perwerdeya zarokan ne erkê dewlet û desthilatdariyê ye, erkê civakê yê herî bingehîne’ di saetên sibehê de destpêkirî bi dawî bû.

Îro li Şengalê yekemîn konferansa Saziya Ziman û Perwerdê bi dirûşmeya ‘Perwerdeya zarokan ne erkê dewlet û desthilatdariyê ye, erkê civakê yê herî bingehîn’ bi amadebûna 200 delegeyên Saziya Ziman yên Rojavayê Kurdistan, KPC û saziyên Şengalê destpê kir. Konferans bi biryarên girîng û hilbijartina rêveberiyek nû bi dawû bû.

Di Konferansê de rêveberiyek ji 30 kesan hate hilbijartin. Wê ji van 21 kes bikevin Meclîsa Rêveberiya Saziya Ziman û Perwerde yê de.

Di konferensê de Şehîd Mam Zekî Şengalî wek endamê rûmetê yê saziyê hate pejirandin.

Herwiha di konferansê de navê Saziya Ziman û Perwerdeyê hate guhertin û bû Saziya Perwerdeya Civaka Demokratîk – Êzidxanê (SPC-Ê).

Mamosta Îdo Şekir diyar kir ku kesên ji bo rêveberiyê hatine hilbijartin wê bibin meclîsa saziyê û got; “Wê di nav de 11 bibin rêveberiya fireh, ji nav wan jî wê du bibin berdevk. Konferens baş derbas bû. Em bi hêvî ne yên ku hatine hilbijartin ji bo civakê karekî baş bikin.”

Di dawiyê de navên kesên ji bo rêveberiyê hatine hilbijartin hatin eşkere kirin.