Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cîhanê banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya salvegera çaremîn a “Qirkirina 74’an” a 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê li civaka Êzidî hate kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KONGRA GEL bi bîr xist ku ji bo şermezarkirina Qirkirina 3’ê Tebaxê û daxwaza qebûlkirina statuya Şengalê, wê li çar aliyên cîhanê çalakî bên lidarxistin û ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan û tifaqên wî berpirsyarê sereke yê komkujiyê ye û PDK, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî jî şirîkên komkujiyê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi destê çeteyên DAÎŞ’ê ku dewleta Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê qirkirina Êzidiyan a 74’an ahte kirin. Em di salvegera çaran a vê qirkirinê de ne. Aqûbeta bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine revandin hîn nayê zanîn. Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî tevî ku zanin Erdogan patronê DAÎŞ’ê ye, xwe li pêşberî vê yekê kerr kirin û polîtîkayên tinekirina Kurdan bi taybetî Êzidiyan ji nedîtî ve hatin. Lewma ev saziyên navneteweyî jî ji vê komkujiyê berpirsyar in.

‘PDK ŞIRÎKÊ HERÎ MEZIN Ê SÛCÊ KOMKUJIYÊ YE’

PDK’ê ku Êzidiyê li Şengalê bê çek û bê parastin avêt ber çeteyên DAÎŞ’ê, şirîkê herî mezin ê sûcê komkujiyê ye. Ev rastî bi ti awayî nayê nixumandin. Em ê êşa vê birîna xwe ya neteweyî û civakî ku gelekî giran e, ti carî ji bîr nekin.

‘ERDOGAN WÊ HESABÊ KOMKUJIYÊN KU KIRIYE BIDE’

Berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê Erdogan û hevkarên wî ye. Em wan bi tundî şermezar dikin û careke din dibêjin, ku ya ku hatiye kirin wê li erdê nemîne, hesabê wê wê were pirsîn. Hesabê DAÎŞ’ê çawa ku pûç bû, tifaqa faşîst a Erdogan bi Ergenekon û MHP’ê re kiriye wê pûç bibe. Ji Erdogan heye ku wê bi hilbijartina sexte û bi hîleyan karibe desthilatdariya xwe bidomîne. Lê bila zanibe ku wê hesabê hemû komkujî û diziya kiriye bde.

Êşa bi hezaran mirovên me yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî jin û zarokan, hîn di dilê me de de gelekî giran e. Em li ber bîranîna wan a dilşewat bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Eger ev plana li dijî civaka Êzidî bi ser biketa, ku patronê wê Erdogan, maşika wê jî DAÎŞ bû, wê tevî gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn dîrokeke bi xwîn û tarî dest pê bikira.

‘EM ŞEHÎDÊN HPG, YJA STAR, YPG Û YPJ’Ê BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN’

Em hemû şehîdên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin ku ji bo pêşîgirtina li vê plana hovane wan dest li DAÎŞ’ê werdan. Ew ê weke şehîdên me yên leheng timî di dilê gelê me de bin.

Gelê Şengalê bi fedakariyeke mezin û berxwedaneke dîrokî destketiyên xwe yên siyasî û civakî gihand asteke girîng. Statuya xwe ya xweser ava kirin ku wê bi baweriya xwe, bi nasnameya xwe ya civakî û neteweyî bi rengekî azad bijî û bi hêza xwe, xwe bi xwe biparêze. Naskirin û parastina statuya xweser a gelê Şengalê wezîfeya hemû mirovan e, bi taybetî jî ya Kurdan e.

‘EM XWEDÎ LI STATUYA ŞENGALÊ DERKEVIN’

Hemû mirovahî û saziyên navneteweyî deyndarê civaka me ya Êzidî ne ku 74 caran ferman li wan rabûn. Li dijî zalimên ku dixwazin wan tine bikin, divê em wijdanan hişyar bikin û pêşî li zaliman bigirin. Lewma, di serî de gelên me yên Kurdistanê, dostên me û her kesên ji xwe re dibêje ‘ez însan im’, divê tevlî çalakiyên 3’ê Tebaxê yên li çar aliyên cîhanê bibin ku ji bo şermezarkirina qirkirinê û daxwaza naskirina statuya Şengalê wê werin lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, ji bo 3’ê Tebaxê weke ‘Roja Qirkirin, Komkujî û Qirkirina Jinê’ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin, biryar da ku dest bi kampanyayekê bikin. Çalakiyên ji bo xwedîderketina li Şengalê pêwîste li ser vê bingehê bên kirin.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin. Ji bo bala raya giştî ya cîhanê biçe ser mijarê, ev yek gelekî girîng e.”