Bi beşdariya 5 hezar delege ji ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên ji Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ciwanên enternasyonalîst, şandeyek ji Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Meclisa Sûriyê Demokeratîk, QSD û endamên saziyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kongreya duyemîn a Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) li stada bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo destpê kir.
Stad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemlandin. Her wiha di stadê de, pankêrtin”Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û Rêber APO em ê têkoşîna xwe li dijî xayînan û keysbazan bilind bikin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê gelê Sûriyê bighêje azadiyê, serî hilde şer bike û Efrînê rizgar bike û hwd”hatine daliqandin.
Kongre wê du rojan dewam bike. Di roja yekê ya kongreyê de, wê ciwan di saetên êvarê de meşekê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar bixin. Meş wê li navçeya Girkê Legê were lidarxistin.