Di Kongreya DYE’yê de Demokrat û Komarparêz piştî demeke dirêj cara pêşî li dijî Trûmp bûne yek.

Bi daxuyaniyên li Kongreya Emerîkayê li dijî pêşniyar Trûmp derketin, ku Trûmp pêşniyar kiribû çi senatorê ku vegeriyayî Washîngtonê bila testa wan were kirin.

Di Meclîsa Nûneran de Seroka Demokratan Nancy Pelosî û û serokê Komarparêzan ê Senatoyê Mîtch McConnell bi daxuyaniyeke hevpar ev pêşniyara Trûmp red kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin test û xizmetên kontrolê ku wê ji kongreyê re were veqetandin wê diyarî saziyên mîna nexweşxaneyan bikin, ku ‘bêhtir hewceyî pê hene’ .

Li Emerîkayê heta niha ji ber vîrûsa koronayê 66 hezar kes mirine. Endamên Senatoyê Duşemê piştî betlaneya ku dawiya Adarê dest pê kiribû wê ji bo demeke kurt bicivin.