Kongreya mezin ya Partiya Çep a Kesk, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqerê dewam dike.

Delegeyê Partiya Çep a Kesk Emîr Alî Turkmen di kongreyê de axivî û got: Beriya du-sê rojan, konferansa jinan ya partiya me hate pêkanîn. Divê biryarên di konferansa jinan de hatine gritin, ji bo mejîç xeta têkoşînê bin. Jinan xeta têkoşîna li dijî faşîzmê di ferehkirin û xurtkirina rêxistiya jinan de danî holê. Ev rast e. divê em zanibin ku yek riya têkbirina faşîzmê heye, ev jî têkoşîna berfereh ya gelan e.

Turkmen anî ziman ku rexne û xwerexnekirin riya serketinê ye û got; Gel pirsgirêkên me rêz kirin û me jî di komcivînan de nexşeriya xwe destnîşan kir. Civaka me têra xwe siyasî ye û li her qadê têkoşînê dike. Divê em hin tifaqên ku me di hilbijartinê de çêkirine ji nû ve ber çavan re derbas bikin û bi beşên cuda yên civakî re îmkanên avakirina tifaqa demokratîk bibînin. Me dît, em dibînin ku pirsgirêka kurd çareser nakin. Tecrîda li imraliyê jî ranakin.

Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareser kirin divê, pêşî tecrîda sîstematîk ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin. Em dibêjin, aktorê sereke yê pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e, lê em ji bo tecrîda li ser werê rakirin têkoşînek baş nakin. Divê em bi hêzek mezin li dijî tecrîda sîstematîk ya li Îmraliyê têkoşînê bikin û tecrîdê rakin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e.