Koordînasyona Kongreya Star, bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got, “Wateya 4’ê Nîsanê ji bo me jinan gelekî kûr e. Di heman demê de bingeha têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanê ye.”
Koordînasyona Kongreya Star di destpêka peyama xwe de wih got; “Em rojbûna rêber Apo di nava şert û mercên dîlgirtinê, tecrîdê û êşkenceyê de pêşwazî dikin. Rêber Apo zêdetirî 22 sal e li girava Îmraliyê dîlgirtî ye wê di 4’ê Nîsanê de bibe 72 salî. Weke Kongreya Star em careke din hêzên komploger bi nefret şermezar dikin û 4’ê Nîsanê li hemû jinan, gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”
Kongreya Star destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnek e û wiha dewam kir: “4’ê Nîsanê bi tenê bidawîbûna înkar, asîmîlasyon û koledariyê temsîl nake, 4’ê Nîsanê têgihîştineke nû, felsefeyeke nû ya jiyanê, formeke nû ya têkoşînê di dîroka berxwedanê ya Kurdan de îfade dike. Li ser bingeha hebûna xwe, xwebûn û rêyeke avakirina jiyana azad temsîl dike. Rêber Apo bi bilindkirina xebatên azadiya jinan re şoreşa jinan a ku îro li erdnîgariya me bilind bûye, mimkun kiriye û li tevahiya cîhanê bûye îlham. Darên ku em her 4’ê Nîsanê diçînin sembola kok û kûrbûna têkoşîna jiyana azad a jin û gelan e.”
Kongreya Star bal kşand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser rêber Abdullah Ocalan û wiha da zanîn: “Em dixwazin wek Kongreya Star destnîşan bikin ku têkoşîna me bi giştî ji bo jihevkirina, têkbirina tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Berxwedana me ne tenê ji bo şikandina tecrîdê ye, ji bo azadiya bi temamî ye! Divê were zanîn ku wek jinên Kurd, ji bilî jiyana azad a bi rêber Apo re em tu carî jiyaneke din qebûl nakin. Bi têkoşîna xwe re em destnîşan dikin ku em ê hesab û polîtîkayên qirêjî yên dewleta şerê taybet a Tirk û hêzên NATO’yê bê encam bikin.”
Di dawiyê de Kongreya Star got dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan a fizîkî geştir bikin û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku 4’ê Nîsanê veguherînin cejneke azadiyê, em pêşengiya jinan di her aliyê jiyanê de mezin bikin. Em tecrîda Îmraliyê û pergala îşkenceyê ji hev bikin da ku bi rêber Apo re azad bijîn.”