Komîteya Aborî ya Kongreya Star ji bo pêşxistina aboriya xweser û xurkirina rihê hevkariyê kooperatîfe xwaringehekê li taxa Aşûriyê vekir.
SILAVA EBDULREHMAN – RAPERÎN TEHLO
Bi pêvajoya şoreşa Rojava re jinan roleke mezin di hemû qadan de pêk anî. Nemaze di warê aborî de gavên girîng ji bo pêşxistina aboriya xweser û xurtkirina rihê hevkariyê avêtin.
Di vî warê de Komîteya Aborî ya Kongreya Star a bajarê Qamişlo di 25‘ê Kanûna 2018‘an de bi navê “Şehîdên Şaredariya Qamişlo” kooperatîfa dikana xwarinê li taxa Aşûriyê vekir.
3 jin, her yek bi sed hezar lîreyên Sûriyê beşdarî kooperatîfê bûn. Jin ji saetên destpêkê yên sibeha heta ber êvarî dixebitin.
Di dikanê de madeyên xwarinê wekî şîr û berhemên wê û lîstokên zarokan hene û bi buhayên kêm tên firotin. Di demên pêş de proje dê were berfirehkirin.
Rojîn Salih Silêman ku beşdarî kooperatîfê bûye, wiha dibêje: “Em di vê dikanê de dixebitin da ku bi xwe debara xwe pêk bînin û bi hewcedariya kesekî nebin. Di heman demê de ji bo ku jin aboriya xwe bi pêş bixin û zîhniyeta ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser jinan hatiye ferzkirin, bişkînin.”
Rojîn diyar kir ku jinên beşdarî vê kooperatîfê bûne, bi rihekî hevkar dixebitin û ji bo serxistina projeyê ji hev re dibin hevkar. Her wiha bang li hemû jinan kir ku bi xwe, pêwîstiyên xwe pêk bînin û xwe muhtacî kesî nekin.
Berdevka kooperatîfan a navçeya Xerbî ya bajarê Qamişlo Sebah Îbrahîm destnîşan kir ku armanca wan a vekirina mîna van projeyan têkiliyên di navbera jinan de û rihê komînal bi pêş bixin, her wiha jinan ji bendên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, xilas bikin.
Sebah anî ziman ku beriya şoreşa Rojava jin bê maf hatibûn hiştin û wiha got: “Piştî şoreşa Rojav û bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan mafê xwe vegerandin û di hemû qadên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de cihê xwe girt, bêyî ku muhtacî kesî bibin.”
ANHA