Koordînasyona Kongreya Star Newroza 2019`an li gelê Kurd û tevahî gelên aştîxwaz pîroz kir û hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka pêvajoyek nû ji têkoşîn û aştiyê re û gaveke ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî ve.

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star peyama Cejna Newrozê a 2019‘an da, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz di nav xwe de taybetmendiyek girêdayî doza rizgariya ji zulmê digire.

Daxuyanî wiha ye;

`Bi navê Koordînasyona Kongreya Star em Newrozê li gel Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin û şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin. Cejna Newrozê ya ku dikeve 21`ê Adarê sembola xêrê, aştiyê û hezkirinê ye. Newroz ji kevintirîn cejnên ku heya niha tê pîrozkirin e. Faris, Azar û gelek nijadên din vê cejnê pîroz dikin.

Newroz di nav xwe de wateyeke netewî girêdayî doza rizgarkirina ji zulmê digire, di heman demê de ji bo kurdan sersaleke nû ye. Ji ayînên pîrozkirinê vêxistina agir e, ew wek sembola serkeftin û xilasiya ji zulmê tê hesibandin. Beriya hezarên salan wekî vê rojê padîşahê zalim Dehaq bi destê Kawayî Hesinkar hat kuştin û bi mişleya xwe esman ronî kir, erd geş kir.

Giyanê berxwedana Newrozê îro bi rêya berxwedana dîrokî ya Leya Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de, her wiha serkeftinên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê tê vejandin.

Ji ber wê wateya Newrozê; giyanê berxwedanê û destkeftiyên neteweyî yên Kurdistanê ye. Ew pirên demokrasiyên di navbera gelên herêmê de ku li ser rêgeza jiyana hevpar dijîn ava dike.

Pîrozkirina Newrozê tê wateya ku em li hember komployên ku li dijî me têne plankirin li tevahiya Kurdistanê û tevahiya qadên têkoşînê li ber xwe didin.

Di dawiyê de em hêvî dikin ku Newroz bibe destpêka pêvajoyek nû ji têkoşîn, berxwedan û aştiyê û gaveke ber bi avakirina Sûriyeke ne navendî û demokratîk. Cejna we pîroz be.`

(şx)

ANHA