Şandeya Siwêdê piştî piştî hevdîtina bi nûnerên partiyên herêmê re hevdîtin bi rêveberên Kongreya Star re kirin.

Şandeya Siwêdê piştî hevdîtina xwe ya li gel nûnerên partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo hevdîtin bi rêveberên Kongreya Star re civiya.

Civîn derdora saetekê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Di civînê de  nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz, berpirsê dosyaya Sûriyê yê wezareta derve ya Siwêdê Cariwan Weinbach, berpirsê bernameya alîkariyê ya cîhanî (SIDA) BRIDANCE û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn  û ji aliyê Kongreya Star berdevka Kongreyê li Rojava Evîn Siwêd û endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah ve amade bûn.

Têkildarî civînê Evîn Siwêd ji ANHA‘yê re got: ” Hikûmeta Siwêdê têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de bi taybet di aliyê leşkerî de girîng nirxand û piştgiriya xwe bi tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî ziman.”

Evîn Siwêd her wiha got: “Me ji aliyê xwe ve pêşniyarên xwe yên girêdayî pêşxistina karê jinan di her aliyên de, leşkerî, siyasî û civakî û girîngiya ku jin rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de pêk bînin, pêşkêşî şandeyê kir.

Serokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer plaketek bi wêneya têkoşer Arîn Mîrkan radestî şandeyê kir.

Serokê şandeyê spasiya Daîreya Têkiliyên Derve kir û soz da ku dê plaketê wekî sembola dostaniyê li Wezareta Derve ya Siwêdê deynin.