Kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê ku îro hate destpêkirin, 500 delege ji tevahiya Bakurê Sûriyeyê, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, saziyên civaka sivîl, rêxistinên civakî û siyasî û Rêveberiya Xweser tev li kongreyê bûne.
Îro kongreya sêyemîn a TEV-DEM`ê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo dest pê kir. Di eywana kongreyê de, pankartên “Fikr û felsefeya Rêber Ocalan rêya azadiya gelan e, rizgarkirina Efrînê, armanca me ya yekemîn e, jina azad mîsogeriya civaka demokratîk e, ciwan pêşengên parastin û pêşxistina civakê neʺ hatin daliqandin.
Beşdarên kongreyê
Ji tevahiya herêmên Bakurê Sûriyeyê 500 delege tev li kongreyê bûne. Her wiha Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hemîdî Deham El-Hadî, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdullkerîm Sarûxan tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweser, serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan tevî şandeyek ji partiyê, hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen, şandeyek ji Meclisa Sivîl a Tebqayê, Meclisa Sivîl a Reqayê, hevserokê Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, hevseroka MSD`ê Emîne Umer tevî şandeyek ji MSD`ê, şandeyek ji Kongreya Star, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Rûsyayê Rodî Osman, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û gelek nûner ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûne.
Kongre didome…
Axaftina hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di kongreya xwe ya sêyemîn de