Konseya Rêveber a KNKê, destnîşan kir ku KNK, di 24-25-26ê Gulana1999’an de li Hollanda payîtext Amsterdamê bi beşdariya gelek mêvan, dostên Kurdan û nûnerên gelê Kurdistanê hate damezrandin.
Konseyê dazanîn ku cara yekem bû ewqas nûnerên partî, rêxistin, sazî û pêkhateyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe yên Kurdistanê, dihatin ba hev û dezgeheke neteweyî ava kirin.
Ev roj, ji bo paşerojên gelê Kurd bû rojek dîrokî û di nava 25 salan da, gelek xebatên giring kirin.
Yek ji van karan jî ragihandina Cejna Zimanê Kurdî bû.
Yek jî beyana Belgeya Stratejîk ya siyasî bû û vê beyanê, di nava dînamîkên Kurdistanê de, normên hiqûqî û exlaqî destnîşan kirin.
KNKe dazanîn ku di nava 25 salan de şehîd jî dane û di kesayeta wan şehîdan de hemû şehîdên azaidyê bibîranîn.