KCK di daxuyaniya xwe de dibêje, eger di navbera Kurdan de Yekîtiya Netewî ya Demokratîk were avakirin, wê hesabên sed salan ên hêzên komploger têk biçe.

KCK’ê destnîşankir ku mezinkirina têkoşîn û berxwedanê erka wan ya dîrokî ye û bang li gelê welatparêz û dostan kir ku bi biryardariya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê têkoşînê mezin bikin.

KCK’ê destpêkê şehîdên ku bi dirûşmeya hun nikarin roja me tarî bikin bi bîr anî û got wan qehremanan komplo qebûl nekirin û ji bo pûçkirina wê li dora Rêber Apo bi bedena xwe xelekek ji agir çêkirin.

KCK’ê destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, bi berxwedana fikrî û fîzîkî ya Rêber Apo, bi saya têkoşîna şehîdên me yên qehreman, gelê me yê welatparêz, tevgera me azadiyê û hêzên me yên gerîlayan hatiye pûçkirin.

Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Apo û wiha got;

Komploya navneteweyî niha wekî siyaseta tecrîda teqez û pêkanîna wê didome. Ji ber berxwedana gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tecrîd car caran qels bûye, lê dema pêvajoyên berxwedanan bi dawî bûne, tecrîd dîsa hatiye destpêkirin. Gelê Kurd esareta Rêber Apo wekî esareta xwe û azadiya xwe jî di azadiya Rêber Apo de dibîne. Tecrîda li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê kirin, li ser civaka Kurdistan û Tirkiyeye jî bûye siyaseteke tecrîdê.

KCK’ê ragihand ku pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk, ji bo gelê Kurd di sala têkoşîna bîst û duyemîn de, dibe yek ji şertê bingehîn ê têkbirina komploya navneteweyî.

KCK’ê diyar kir ku eger di navbera Kurdan de Yekîtiya Netewî ya Demokratîk were avakirin, wê hesabên sed salan ên hêzên komploger ên navnetewî têk biçe.

Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê herî dawî jî bang li gelê welatparêz û dostan kir ku bi biryardariya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê têkoşînê geş bikin.