Koordînasyona Civaka Êzîdî ya Ewropayê bi navê hemû sazî û pêkhateyên civaka bang kir ku Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê were şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî were xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Plana dewleta Tirk e faşist a dijmin, ew bû ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê kurd, Rêber Apo vê serhildana gelê Kurd a 29`emîn wek ên berê têk bibe. Bi awayî, gelê Kurd hê ên berê bû, lê ji zû de fikir û felsefeya Rêber Apo, ne tenê li çar perçeyên Kurdistanê, li tevahiya cîhanê belav bûbû. Gelê Kurd êdî xwe nas kiribû, bi rexistin û xwedî hêz bûbû. bi bîr û baweriya bi felsefeya wî, yekîtî û biratiya gelê Kurd hatibû afirandin, bi sed hezaran şagirtî, bi milyonan şopdarên riya wî derketibûn, vê jî planên dijmin pûç kir. Bi dehan kesî xwe ji bo Rêber Apo feda kirin, belkî cara pêş bû bû li cîhanê ji bo Rêberekî hewqas bertek çêbûn.”

‘BERXWEDANA LI ÊZÎDXANÊ BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO YE’

Saziyên Civaka Êzîdî bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd a li ser rêxistiîbûn û parastina Êzîdiyan û gotin, ”Ên ku civaka Êzidî li diyasporayê bi rêxistin kir, ku kanibe yekîtî û tifaqa xwe biafirîne û nehêle winda bibe, dîsa ev fikir û ev felsefe bû, Êdî civaka Êzidî jî bi bîr û baweriyek mezin azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît. Ger Mam Zekî û Mam Beşîr ji Ewropayê berê xwe dan xaka bav û kalan, ev jî şopdariya riya Rêber Apo bû, ger ji her çar perçeyên welat bi sedan kesên ku bi dê û bav ne Êzidî bûn, ji bo parastina cîh û war, nirx û pîrozgehên civaka Êzidî canê xwe dabin, ev jî bîr û baweriya bi wê felsefeyê bû, ger ên wek nemir Dilşêr û Egîdan, Berxwedan û Zerdeştan, Êzidî li Şengalê di fermana 73 ́an de ji qirkirinê parast bin, ew jî ev fikir û ev felsefe bû. Berxwedana îro li Êzdîxanê pêk tê, ev jî ev fikir û ev felsefeye, ji ber vê, ji bo civaka Êzidî û Êzdîxanê hêviya herî mezin Rêber Apo, fikir û felsefeya wî ye, lewra jî em dibêjin em civaka Êzidî ji her kesî zêdetir deyndar ́in ku li rêber Apo xwedî derkevin.

BANG: JI HEF SALÎ HETA BI HEFTÊ SALÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO EM DERKEVIN QADAN

Wek tê zanîn, Rêber Apo bi komployek navnetewî hat dîlgirtin, gelek dewletên hevalbendê dewleta faşist a Tirk, destên wan î qirêj di nava vê komployê de hebû, PDK jî yek ji wan bû, îro jî di serî de bi hevkariya PDK`ê, ev komplo li başûr tê berdewam kirin, ev ne tesaduf e ku di salvegera roja reş de êrîşa dibin ser Garê. Ev planên Erdogan ên têk birina Tevgera Azadiyê û tinekirina civaka Êzidî ye. Hê Osmaniyan bi dehan fermanan hewl dabûn Êzidiyan tine bikin, îro Erdogan berdewamiya wan e. Herî dawî bi êrîşên DAIŞ’ê ceribandin, lê fikir û felsefeya Rêber Apo ew şikandin, niha jî di plana fermanek nû de li ser Êzidiyan rola mezin PDK dileyize, em vê hevkariya PDK bi Erdogan re, êrîşên ji nû ve li ser Garê û dîsa gefên li ser Êzdîxanê bi tûndî şermezar dikin, dibê di serî de civaka Êzidî li ser piyan be û bi dengekî bilind van Êrîşan û helwesta PDK`ê a dijminatiya civaka me şermezar bike.

Em dubare bi taybetî bang li civaka xwe dikin ku di çalakiyan de bêdeng nemîne û ji heft salî heya heftê saliya derkeve qadan û ji bo şermezarkırına roja reş û azadiya Rêber Apo biqîre.

Saziyên Êzîdî yên ku ev daxuyanî bi hev re dane:

KCÊE (Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê)
SMJÊ(Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî), NAV-YÊK (Navenda Yêkîtiya Komelên Êzidiyan)
MŞD ( Meclîsa (Şingal ya Derveyî Welat), YÊS (Yêkîtiya Êzidiyên Sûrî)
HCÊ (Hevgirtina Cîwanên Êzidîyan), NÇÊ (Navenda Çanda Êzdîxan)
SMGÊ) Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan)