KJC bang li jinên ciwan dike ku beşdarî deklerasyona ku PAJK û KJK’ê daye destpêkirin, bibin.

Di daxuyaniyê de li ser rola ciwanan di avakirina cîheneke bi rûmet de ev nirxandin tê kirin:

Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan layiqî vê wateyê yek ji erkên me yên exlaqî û civakî ye.

Divê em banga rêxistinên me yên pêşeng ên jinan KJK û PAJK’ê ya xweparastinê rast fêm bikin û li ser bihizirin.

Weke jinên ciwan em nikarin ji jiyana bêparastin re bibêjin jiyan.

Heqîqeteke weke jiyana azad li benda hevdîtina me ye.

Koordînasyon destnîşan dike ku pêwîstiya yekemîn a xweparastinê ew e ku mirov dijminên xwe nas bike û li dij têbikoşe.

Daxuyanî wiha didome;

Ji ber vê yekê karê me yê yekemîn ê jinên ciwan ev e: Dijmin kî ye?

Divê em fêhm bikin û hişyar bikin ka ew li ku û çawa êrişî me dike?

Da ku em bi rêkûpêk mertalên xwe yên parastinê di çeperên xwe yên jiyanê de xurt bikin.

Tişta li hember dijmin divê were kirin şer e, rêya şer jî pêşxistina sîstema xweparastinê ye!

Koordînasyona KJC’yê di dewama daxuyaniya xwe de got;

Divê em weke jinên ciwan, ku hêza pêşeng a têkoşîna xweparastinê ne, bibin bersiva rast ji bo banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê!

Em tola komkujî û qetlîamên jinan bi avakirina sîstema xweparastinê hilînin.

Em bang li jinên ciwan hemûyan dikin ku di têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin!