&- Koordînasyona PAJK’ê li ser salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê destnîşan kir ku komloya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku Rêber Apo wekî roja Qirkirina gelê Kurd pênase dike, di sala 22’an de jî ji aliyê hêzên modernîteya kapitalîst ve serneketiye.

PAJK’ê şehîdên fedayî ku bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” xelekek ji agir bi bedena xwe çêkirin, bi bîr anî û wiha got;

Armanca hêzên komploger ew bû ku Rêbertî û tevgera me tesfiye bike û Kurdan di qirkirinê re derbas bikin. Bi şahidiya hemû cîhanê Rêbertiyê projeyên komplogeran pûç kir û bi berxwedanekê perspektîfa jiyana hevpar hê bi hêztir derxist holê.

PAJK’ê anî ziman ku Rêber APO li Îmraliyê ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşe û wiha got;

Li dijî modernîteya kapitalîst avakirina modernîteya demokratîk, wê hêzên komploger têk bibe. Bi taybetî her ku jin azad bibin wê tecrîd bişkê û komplo bi temamî tine bibe. Ji bo vê yekê jî em sala 2020’an wekî sala azadiyê bi nav dikin.

Koordînasyona PAJK’ê bi dirûşmeya “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan” banga şermezarkirina komplogeran li her kesî kir.