Li gorî artêşa Koreya Başûr, roja Yekşemê Koreya Bakur ‘cîsîmeke nenas’ firandiye.
Dema ku olîmpiyadên Pekînê hebû, Koreya Bakur ceribandina fuzeyan dabû sekinandin. Li gorî pisporan Kureya Bakur ji ber hurmeta Çînê ya ku tifaqa wê ye ceribandina fuzeyan dabû sekinandin.
Hate diyarkirin fuze ber bi aliyê rojhilat hatiye firandin, 620 kîlometreyan bilind bûye û 300 kîlometreyan çûye.
Ji serê meha Çileyê ve rêveberiya Pyongyanfê heft caran ji bo ceribandinê fuze firandiye.
Li gorî çavdêrên siyasî ji ber ku 15’ê Nîsanê salvegera 110’emîn a Kîm II-Sûng e, dibe ku Koreya Bakur çekeke girîng biceribîne.