Beriya vê daxuyaniya serokê Koreya Bakur di 25’ê Adarê de ji sala 2017’an û vir ve cara pêşîn fuzeyen ji parzemînekê ber bi parzemînekê ve tê avêtin, hate ceribandin. Vê fuzeya bi navê Hwasong-17 di Mijdara 2020’an de hatibû nasandin û analîstan ew wekî ‘fuzeyeke xeternak’ bi nav kiribûn.

Serokê Koreya Bakur got “Ji bo ku em karibin parastina neteweyî xurt bikin û van tiştan bidin artêşa gelê xwe, em ê hedefa xwe ya zêdekirina amûrên êrişê yên xurt bidomînin.”

Li gorî texmînan fuzeya ku hefteya borî hatibû avêtin, li gorî yên din diçe dûrtir. Tê diyarkirin ev fuze ji bo li parçeyekî axa Amerîkayê were xistin, hatine çêkirin.

Rêveberiya Pyongangê ji serê salê heta niha deh fuze avêt. Herî dawîn jî dema Koreya Bakur derbasî serokkomariyê bûbû û bala DYE li ser şerê Ukraynayê bû, ev fuze hatibûn ceribandin.