Dewleta Tirk sala 2005’an ‘Rejîma Înfazê ya bi Ewlekariya Bilind a Girankirî’ ava kir. Êşkence û tecrîd kete dewrê. Ev rejîma ku heta mirinê dihate ferzkirin, korîdoreke mirinê bû.

Dema ku nivîskarê Fransiz Vîctor Hûgo 1892’an romana ‘’Roja Dawî ya Mehkûmê Darvekirinê’’ qedandî bêguman pê nizanîbû ku rojekê ev berhema wî wê ji normeke hiqûqa Ewropayê re bibûya îlham. Ev roman ku yek ji berhema sereke ya edebiyata klasik a cîhanê ye, panoramayeke edebî ya diyardeya ‘korîdora mirinê’ (deathrowphenomenon) ye. Hûgo roja dawî ya mehkûmekî darvekirinê vedibêje, ku pênc heftiyan li hêviya darvekirinê dimîne. Hûgo di pêşgotina pirtûkê de dibêje, ‘’Kêm caran şoreşên ku ji bo ku kesaxa civakî bike, çeqlên wan bibire û serê wê bibire, tên, ji xwîna mirovan têr bûne, cezayê mirinê kêrek e di destê wan de, ku wiha bi hêsanî dev jê naqerin.’’

Piştî vê romanê bi 159 salan, ku vedibêje ku mirov li benda darvekirinê bimîne ev jî weke cezayê darvekirinê kujer e, diyardeya ‘korîdora mirinê’ wê biketa nav hiqûqa Ewropayê. Pêvajoyê piştî ku bersûcê kuştinê Jens Soerîng ji Ingilistanê dane DYE’yê dest pê kir, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 1989’an têkilî vê diyardeyê biryareke dîrokî dabû. Dadgehê diyar kir kesê ku bûyî mijara îadekirinê ji welatê ku teslîmî wê hatiye kirin ji mehkûmbûna cezayê mirinê heta înfazkirina cezayê wextê ku derbas bûyî di navbeyna 6-8 salan de ye, tirsa ku di vê demê de wê bijî ku weke pêvajoya fikara zêhnî tê binavkirin a diyardeya ‘li hêviya mirinê’ an jî ‘diyardeya koridora mirinê’ têkilî xala 3’an biryar da ku miemeleyeke derî mirov e, miemeyeleke wiha ye ku mirov kêm dike.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dema serî li DMME’yê dan digotin Enqere li gel ku înfaz daye sekinandin jî, miwekîlê wan li koridora mirinê tê hiştin û ev kirineke derî mirovî ye. DMME’yê dema ku li serlêdana têkilî Ocalan hûr bû, derheqê cezayê darvekirinê biryara tevdîrê dabû. Her wiha dosyaya darvekirinê jî nedişandin meclîsa Tirk, li serokwezîrtiyê dihate sekinandin. Bi biryara tevdîrê ya DMME’yê ji ber sedema ku bihistyariya raya giştî ya navnetewî ya derheqê darvekirinê 03.08.2002’an û bi Yasaya Nimroa 4771’ê dewleta Tirk darvekirin rakir. Lê her çendî cezayê darvekirinê hatibe rakirin jî bi eynî yasayê weke cezayê darvekiriinê an jî bi maneya koridora mirinê, kirin cezayekî ku hikmên berdana bi şert bi cih nayê û heta mirinê bidome.

BIRYARA 12’Ê ADARÊ YA DMME’YÊ

Biryara DMME’yê ku bi meraq dihate payin 12’ê Adara 2003’an hate aşkerekirin. DMME’yê ragihand li gel guherîna statûya Dadgehaên Ewlehiya Dewletê (DGM) jî di doza Rêberê Gelê Kurd de xala şeşan a PMME’yê ya têkilî darizandina dadmend, xala 5’an a têkilî heqê azadî û ewlehiyê û xala 3’an a têkilî qedexeya êşkencê û tehdeyê hatiye binpêkirin. Binpêkirinên ku DMME’yê bal kişandî ser weke qerneya derî mirov a dewleta Tirk a li Imraliyê bû.

-Guherandina di statûya DGM’ê (Dadgehên Ewlehiya Dewletê) de ji bo darizandineke dadmend ne bes bû. DGM nedikarî serbixwe be û bêalî bûya û ev rewş li dijî Malika 1’ê ya xala 6’an a PMME’yê bû

-Ocalan dema ku anîne Tirkiyê demeke dirêj nehiştin ku parêzerê xwe bibîne. Bi ser de hêzên çekdar ên dewletê jî tevlî hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re bûn, an jî bi kêmanî li hevdîtinan guhdarî kirin. Li civakên demokratîk şertekî bivenevê ye ku parêzer bi azadî miwekîlên xwe bibinin. Bi vî rengî Malika 3’an a xala 6’an a PMME’yê hatiye binpêkirin.

-Ji bo ku xwe ji dozê re hazir bikin wextê hewce nedana parêzeran. Hijmar û wextê ku parêzer Ocalan bibinin hate sînordarkirin, ji bo ku li ser dosyayên têkilî dozê hûr nebin asteng hatin danîn. Ev rewş dijî xala 6’an e.

-Ocalan e ji alî dadgeheke serbixwe û bêalî ve hate darizandin, darizandin jî ne dadmen bû. Heta ku li Tirkiyê Dadgeha Destûrê cezayê darvekirinê rakirî jî, ango heta 27’ê Kanûna 2002’an rîska infaza Ocalan hê jî hebû. Ocalan demeke dirêj bi rengê ku wê were darvekirin hate sekinandin û ev jî li gorî Xala 3’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) êşkence û miemeleya ne baş e.

KONSEYA EWROPAYÊ DMME TINE HESIBAND

Di rewşeke wiha de ku dihate gotin di ‘korîdora mirinê’ de hiştina Rêberê Gelê Kurd pêkirineke dermirovî ye, DMME’yê di biryareke dî de ya bi tarîxa 12’ê Gulana 2005’an, ragihand darizandin ne serbixwe û ne bêalî ye. Di eynî biryarê de hate diyarkirin li Imraliyê mafê darizandina dadmend hatiye binpêkirin, darizandina li ber gefa darvekirinê wê ne azad û be û parastitineke karîger nehatiye kirin û heke were xwestin divê darizandin dîsa were kirin.

Piştî vê biryara DMME’yê parêzerên Ocalan serî li Dadgeha Cezayê Giran a 11’an a Enqerê dan û xwestin ku doz dite were dîtin. Dadgehê biryar li ser da ji nû ve darizandina 5’ê Gulana 2006’an wê biryara ku hatî dayin neguherîne û daxwaz red kir. Li ser vê Rêberê Gelê Kurd bi rêya parêzerên xwe 2’yê Cotmeha 2006’an serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) da, diyar kir darizandineke dadmend nehatiye kirin, li gorî daxwaza ji nû ve darizandinê neçûne û ji komîteyê biryara pêşniyazî xwest.

Lê Komîteya Wezîra mohra xwe li ser hetîketiyeke hiqûqî danîn, biryara ku DMME’yê standî tine hesiband û biryar li ser da ku hewceyî pê nîne ku Ocalan were darizandin. Heke prosedûra normal bihate bicihanîn ji bo ku Tirkiyê guh nedaye biryara DMME’yê wê bihata hişyarkirin, piştre mafê wê yê deng bihata sekinandin, li gel vê jî heke biryara DMM’yê nehata bicihanîn wê ji endamtiya Konseya Ewroayê bihate derxistin.

REJÎMA ÎNFAZÊ YA BI EWLEHIYA BILIND A GIRANKIRÎ

Her wiha dewleta Tirk jî DMME ji tine hesiband, guherînên ku bi rengê ‘’Yasayên Ocalan’’ têne zanîn derxist, ku 1’ê Hezîrana 2005’an sazkar bû. Di xala 47’an de ya Qanûna Cezayê Tirk a Nû a bi Hijmara 5237’an, a bi sernavava ‘’cezayê girtîgehê yê miebeta girankirî’ wiha dihate gotin: ‘’Cezayê girtîgehê yê miebetê yê girankirî heta ku sax e didome, li gorî rejîma ewlehiya jidiyayî ku di qanûn û rêziknameyê de diyar e, bi girtî tê kişandin.’’Dîsa bi Yasaya Cezayê Înfazê ya Hijmara 5275’an ku eynî demê sazkar bû, di xala 2’yan de tê gotin mafê berdana bi şert nîne û tê gotin, ‘’Heta mirnê wê li odeyeke yek kesî were hiştin ku rojê bi 22-23 saetan wê tê de bimîne.’’

Dewleta Tirk bi van guherînan rejîma tecrîd û êşkenceyê ya li Imraliyê qulibande ser ‘’Rejîma Înfazê ya Bi Ewlehiya Bilind a Girankirî’’ û êdî wê rêbazên êşkence û tecrîdê yên resenî Ocalan sazkar bikirana. Bi vê rejîmê re ku derfetên berdana bieşrt bi temamî ji holê hatin rakirin û heta mirinê mane di girtîgehê dide ber xwe, gelek kitekit dîsa dane ber çavan. Cezayê darvekirinê ya ku dane Rêberê Gelê Kurd qulibandin cezayê ‘korîdora mirinê’ ku li gorî hiqûqa Ewropayê ev sûc tê dîtin,

Dewleta Tirk ku biryara darvekirinê ji 29’ê Hezîrana 1999’an ve bi cih neanî, li ber çavê cîhanê şertên girtîgehê giran kriiye, êrîşên psikolojik domandiye, tendiristiya Ocalan xira kiriye, bi rengekî li zemên belavkirî pêkanîna weke darvekirinê sazkar kir. Bi ser de di nîqaşên meclîsa Tirk de rayedarên dewletê aşkere dibêjin, ‘em van ji bo Ocalan derdixin’, bi guherînên ku jê re ‘yasa’ dibêjin û li ti yasa û nirxên sincî nayên derxistin.

‘DERIYÊ DOJEHÊ’ YA IMRALIYÊ

Vaye avaniya koridora mirinê ya li Imraliyê ku derbasî raporên Komeleya Mafê Mirovan û Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê bûyî û şertên esarete yên Rêberê Gelê Kurd, ku piştî 2005’an hê girantir bûyî:

-Bi guherîna yasayeke ya 2005’an hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re, ji hêla memûrekî ku ji hêla dadgehê ve hatî peywirdarkirin têne guhdarîkirin û tiştên ku têne axaftin têne tomarkirin. Li gel vê jî derheqê parêzerên ku hevdîtin kirin rapirsîn hatine destpêkirin, ji temsîla hiqûqî hatin qedexekirin.

-Di stûya înfazê ya berê de ti astengeke yasayî nebû ku bibirana girtîgeheke dî ya ku pergala wê ya koxuşê heye lê bi guherîna yasaya 1’ê Hezîraan 2005’an bi guherînekê kirin ku rojê 23 saetan li odeyeke yek kesî were hiştin.

-Hevdîtina bi malbat û parêzeran bi hinceta ‘muxalefeta hewayê’, ‘qoster xirabe ye’ gelek caran hate astengkirin. Di statûya înfazê ya berê de her heftî saetekê dikarîbû endamên malbatê bibîne, di statûya înfazê ya nû de mafê hevdîtina malbatê serê 15 rojan anîn saetekê û ew jî bi biryara rêveberiya girtîgehê kirin nîv seat.

-Dîsa li gorî statûya înfazê ya berê rojê 2 setan dikarîbû hewayê bistîne lê ev maf anîn saetekê.

-Odeya yek kesî ya li Girtîgeha Girava Imraliyê ku Ocalan lê tê girtin pir ronî nabe, qada meşê 4 gavan derbas nake û bêhewa ye. Dema ku heway hêwî ya Girava Imraliyê jî dikeve ser şertên odeyê hê girantir dibin.

-Cihê ku Ocalan 2 saetan hewayê lê distîne ji ber dîwarên bilind bandora bîrê dike, zemîna wê jî ji bo ku spor lê were kirin ne guncan e.

-Rêberê Gelê Kurd 24 setan bi kamerayên hundir û derve û ji mazgalê hate şopandin, ev hê jî didome.

-Xwarina wî hê jî karavana ye, gelek caran bi şêwazeke sînordarkirî, bi rêbazeke ne baş û kêmkirinê tê dayin. Ji ber ku kantîna tine ji bo tendiristiya xwe nikare tiştekî bistîne.

-Bi saalan tenê radyoyeke yek pêlî hebû, gelek caran bi sînyalan hate astengkirin da ku nikaribe li radoyayê guhdar bike. Piştî bi 14 salan televizyon dane.

-Mafê xwegihandina çapamenî-weşana rojane, axaftina bi telefonê, standina faks û telgrafê û şandin, kuj ji bo hemû girtiyan heye, li Ocalan hatiye qedezekirin. Rojname yan qet nedanê an jî yên kevn ên ku dane jî hatine sansûrkirin û wiha dnaê.

-Nameyên ku ji derve jê re hatin şandin nedanê, ên ku şandibûn girtîgehê hatin sansûrkirin, bi rengekî ku 1-2 peyv jê werin xwendin danê. Li gel vê jî, li gel ku rayeya yasayî ya rêveberiyê nebû jî, nameyên geflêxwe û tije heqerat danê.

-Li gel ku yasayî bû jî bi biryara rêveberiya girtîgehê ji piraniya pirtûkan ku jê re hatibûn şandin bêpar ma.

-Mazgal bi şev û roj tim bi dengekî zêde hate girtin vekrin, bi zorê pora wî hate kurkirin, dema ku derxistin cihê hewastandinê, deema ku dibirin ku bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne bi dengekî bilind û zirz pê re axivîn û ev bi şêwazeke sîstemaîk dom kir.

Ev hemû kirinên dermirovî yên li Imraliyê, li ber çavê Ewropayê wê pêk bihata ku hiqûqa xwe li ser gotina ramengerê Italî Dante ava kiribû, ku Dante gotibûı, ‘’Divê girtîgeh nebin deriyê dojehê’’. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji Imraliyê ku bûbû deriyê dohehê bi cihana xwe ya fikrî, bi helkeftên xwe yên aştî û çareseriyê wê bandora xwe li ser Kurdistanê, Tirkiyê û herêmê bikira…

DIXWAZIN LI ZEMÊN BERBELAV BIKIN Û BIKUJIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di parastina xwe wê li ser pergala Imraliyê û koridora mirinê wiha bigota: ‘’Jiyana bi rengekî wiha ku ji dinyaya derve hatî qutkirin a di hicreyeke yek kesî de weke jiyana ku mirov bi zindî di tabûtê de hatibe bicihkirin, min ji vê re got jiyana di tabûtê de. Jixwe di vê hicreya xwe de ku weke tabûtê ye, bi zorê hilmê distînim. Çawa ku mehkûmekî darvekirnê dema ku tê darvekirin beriya ku hilma xwe ya dawî bide diferfite, piştî bi sê deqeyan dimire, bi rêbaza ku li vir li ser min tê bicihanîn dixwazin vê mirina sê deqeyî li zemên berbelav bikin û wiha bi cih bînin.’’

Sibe: 1’ê Hezîranê û Êşkenceya Spî -24