Navenda şewba vîrûsa koronayê ji Çînê derbasî Ewropayê, ji wir jî derbasî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bû. Lê tevî vê yekê jî ji zêdeyî 80 hezar kesên ku heta niha ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dane zêdeyî 60 hezar kes li Îtalya, Spanya, Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji 1.5 milyon mirovên bi vîrûsê ketine nîv milyon ji wan li welatên Yekîtiya Ewropayê ne.

Tevî ku Ewropa ew parzemîne ku vîrûsê herî zêde bandor lê kiriye, Yekîtiya Ewropa ya ku ji 27 welatan pêk tê, ji aliyê piştevanî û têkoşîna hevpar ve ya jê dihate hêvîkirin pêk neanî. Li şûna ku li paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê biryarên hevpar bên wergirtin, li paytexta her welatî rê û rêbazên têkoşînê hatin destnîşankirin. Welatê ku herî zêde bû hedefa rexneyan jî Elmanya ye.

Ji ber ku rêveberiya Berlînê sînorên xwe kir, veguhastina mal û bar a nava welatên endam rawestiya. Bi vî rengî malzemeyên tibî yên weke maske û kincê xweparastinê negihîşt welatên li başûrê Ewropayê. Tê gotin ku bi şewba koronayê re baweriya li nava yekîtiyê gelekî kêm bûye.

CONTE: HEBÛNA YEKÎTIYÊ DI REWŞEKE METIRSÎDAR DE YE

Welatên ku herî zêde ji nêzîkatiyên şexsî yên li nava Yekîtiya Ewropayê zerar dîtin Îtalya û Spanya ne. Ev welat dixwazin bi deynên hevpar xwe ji krîza aboriyê ya ji ber şewbê rizgar bikin. Bi taybetî rêveberiya Romayê dixwaze ku bonoyên hevpar ên Yekîtiya Ewropayê ku weke “Coronabonds” tên binavkirin werin firotin û bi vî rengî bêhn bê ber bazarê.

Fransa, Spanya, Portekîz, Yewnanistan, Qibris, Slovenya, Luksembûrg, Belçîka û Îrlanda piştgiriya rêbaza çareseriyê ya “Coronabonds” dikin. Lê belê Elmanya, Hollanda, Fînlandiya û Awûstûrya îdîa dikin ku welatên Derya Spî ji aliyê dîsîplîna malî ve wê karekî baş nekin û ji ber vê yekê li ber radibin. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez doh li meclîsa neteweyî ya li Madrîdê axivî û beriya ku navê wan eşkere bike careke din nerazîbûn nîşanî Elmanyayê û welatên li rojavayê Ewropayê da ku li ber “Coronabonds” radibin. Sanchez got, “Eger piştevanî nebe hingî Yekîtiya Ewropayê di metirsiyê de ye.”

Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte jî nerazîbûneke bi heman rengî nîşan da. Conte ji BBC re axivî û diyar kir ku Yekîtiya Ewropa di îmtihaneke cidî de ye. Conte destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa divê bi rengekî hevpar li dijî zor û zehmetiyan têbikoşe û got, “Ji bo vê jî divê em çareseriyên aborî û civakî yên hevpar bibînin. Naxwe wê di nava yekîtiyê de her kes li gorî xwe tevbigere.”

MERKEL LI DIJÎ CORONABONDS’AN E

Li Elmanyayê jî di asta herî bilind de nerazîbûn ji çareseriya “Coronabonds” re hate nîşandan. Serokwezîr Angela Merkel bi rêya telefkonferansê tevlî civîna koma partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) bû û bi rengekî eşkere got, ew li dij in ku bonoyên Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî bazarê bên kirin. Merkel diyar kir ku li şûna vê divê piştevanî bê xurtkirin.

TÎMMERMANS: EM Ê RÊ NEDIN QIYAMETA LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Alîkarê Seroka Komîsyona Ewropayê Frans Tîmmermans jî li şûna “Coronabonds”ê pêşniya rkir ku ji Spanya, Îtalya û welatên rojavayê Ewropayê paketên cidî yên alîkariyê bên pêşkêşkirin. Tîmmersman ji rojnameya “de Volkskrant” a Hollandayê re nêrînên xwe nivîsand û got, “Divê ti ji welatên Yekîtiya Ewropayê ji aliyê aborî û civakî ve rojên qiyametê nebînin.”