Dîetmar Koster ku endamê SPD’ê ku partiya Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz e, bi weşandina daxuyaniyekê li ser hesabên xwe yên Facebook û Instagramê, bertek nîşan da ku çima 25’ê Nîsanê, navend Amed li 21 bajaran operasyon hatiye kirin.

Koster, bi bîr xist ku siyasetmedar, xebatkarên medyayê û parêzer jî di nav de gelek kes hatine girtin û bal kişand ser wê yekê ku bandora operasyonê bi taybetî li endamên mixelefetê bûye.

Koster, got: “Hemû tev li kampanyaya hilbijartinan bûn. Zêdeyê bîst salan e Serokkomar Erdogan desthilat e. Cardin bê hilbijartin ya na, ne diyar e.”

Daxuyaniya Koster bi berdewamî wiha ye: “Ez vê hewildana berbiçav a berpêyî bêdengkirina mixelefeta demokratîk a hikûmeta Tirk, bi tundî şermezar dikim. Di demokrasiyekê de divê her kêmara siyasî bikare pir bibe. Mafê hikûmeta Tirk nîn e ku bi tevdîrên wiha peşkê li pêvajoya dayîna biryara siyasî ya welatiyan bixe. Lewma ez dixwazim ku girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan, kampanyayeke adilane û serbest a hilbijartinan bê pêkanîn û pêvajoya hilbijartinan bê hêsankirin. YE, ji bo piştgiriya bi yên hatine girtin re, ji bo ku hikûmeta Tirk girtiyan berde, divê hemû rêyên dîplomatîk bi kar bîne.”