Yilmaz Guney 36 sal in ne di nava me de ye, lê belê Kovara Guney xwedî li bîranîna wî derdikeve.
Yilmaz Guney ku di sînamaya Tirkiyeyê de bi rengê, ‘Qralê Nexweşik’ nav dayî, bi axaftina xwe ya li Festîvala Fîlman a Cannesê di bîra me de ma, ku gotibû, ”…Dost û dijmin bila her kes zanibe, em ê bi ser bikevin, bi teqezî em ê bi ser bikevin… Bijî Kurdistana serbixwe, yekere û demokratîk…” 9’ê Îlona 1984’an bi nexweşiya pençşerê Guney li Parîsê çû ber dilovaniya xwe.
Hevalên Yilmaz Guney derheqê hunerê ji bo ku bawerî û hişmendiya wî bidin jiyîn kovara sê mehan a bi navê ‘Guney’ derdixin. ‘Guney’ ku dema Guney dijiya bi navê wî derdiket, piştî mirina wî li Elmanyayê weşana xwe domand û piştre jî li Tirkiyeyê dest bi jiyana xwe ya domdirêj kir. Li Elmanyayê di nav salên 1993-97’an de 154 hejmarên kovarê derketin, 1997’an jî li Tirkiyeyê dest bi weşana xwe kir.
Di salvegera 36’an a mirina wî de em bi xebatkarê kovarê Çetîn Desde re li ser nêzîkatiya hunerê ya Yilmaz Guney û kovara Guney axivîn.
KOVARA GUNEY 27 SALAN LI PEY XWE DIHÊLE
Desde got, heta niha 93 hejmarên kovarê derketine, hejmara 94’an Îlonê wê bikeve ber destê xwendayan. Desde got, salên 70’yî Yılmaz Guney bi xwe kovar derdixist, fînanse dikir û ev 20 sal in kovar didome.
Desde bi dewamî got, “Kovareke wiha ye ku dinivîsîne ku hişmendiya çêkirina hunerê ya Yilmaz Guney aliyê xwe yê hunerî û polîtîk heye.” Desde diyar kir, “Piranî çand û huner e lê di kovarê de nirxandinên polîtîk jî hene. Kovara Guney xebata kolektîf li ber xwe datîne û weke her kovarê lijneya wê ya weşanê heye. Rêgeza weşanê ya kovarê di hejmara pêşî de heye; Heta ku ne nîjatperest, milliyetgir, faşîst, zayendîparêz be û jinan kêm neke biryara weşandina berheman heye.”
JI BO BÎRANÎNA WÎ KOVAR DIDOME
Desde ragihand, ku Yilmaz Guney ne tenê hunermend, derhêner bûye, her wiha şexsiyetekî polîtîk jî bûye. Desde her wiha got, “Ramanên wî yên polîtîk berê hunera min diyar dike” û domand: “Heke ev çend ji Yilmaz Guney hatibe hezkirin, gel ew qebûl kiribe, ev qas berhem dabe, ya li pişt van hemûyan ramanên wî yên siyasî bûn. Bi min heke Yilmaz Guneyekî polîtîk nebûya hunera wî jî nedihate vê astê. Tim hewl tê dayin ku aliyê hunerê yê Yilmaz Guney derxînin pêş, aliyê wî yê siyasî li paş tê hiştin. Kovara Guney hem bi aliyê hunerî û hem bi aliyê siyasî dide, hewl dide bide fêhmkirin ku ev du alî ji hev nikarin werin qutkirin, yek in. Hema hema di her hejmarê de em cih didin nirxandinan ku Yilmaz Guney didin naskirin, pênasekirin. Herî dawî jî 2014’an derheqê Yilmaz Guney me belgefîlmek weşand.”
YILMAZ GUNEY SAX BÛYA WÊ BERXWEDANA XWE BIDOMANDA
Desde got, li gel hemû pêvajoyên neyênî jî ew kovarê ji bo bîranîna Guney derdixin, bal kişande ser wê, dema ku Yilmaz Guney li Girtîgeha Selimiyê dimîne pirtûkên ku dixwîne fikrên polîtîk pê re çêdike û ev rengekî dide jiyana wî û got, heke Guney sax bûya wê dîsa hunera xwe ya şoreşger bidomanda.
Desde her wiha got ji ber nivîsên di kovara Guney de Yilmaz Guney ji Tirkiyeyê derketiye û ragihand, “Doz li ser wî hatibûn vekirin û pê dizanîbû ku bi van dozan wê were girtin…Şert û merc çi jî bûna wî yê hunera xwe bidomanda. Heke bixwesta dikarîbû tiştên cihê bikira, bi sîstemê re li hev bikira, li cihekî sîstemê cihek ji xwe re peyda bikira. Lê na, ji bo gel hunera gel hilbijart. Heke sax bûma wê ev bidomanda.”
Desde herî dawî got, “Li ser meseleya Kud, li ser mijara neteweyî ya Kurdan li gorî şertên wê demê xwedî ramanên pêşverû bû, digot Kurdistan mêtinger e, heqê Kurdan heye ku qedera xwe diyar bikin lê her wiha li Kurdistana Tirkiyeyê têkoşîna hevpar a gelan ku şoreşa yekbûyî diparêzin çareserî ye.”