Yekîtiya Ewropa (YE) ku Elmanya serokatiya demkî jê re dike, wê îro li Brukselê paketa têkoşîna li dijî krîza aboriyê ya ji ber şewba Covîd-19 rû da, di asta lîderan de binirxîne. Tevî ku tê zanîn Serokwezîr Angela Merkel li ber vê paketê radibe, balkêş e ku ji ber giraniya krîza aboriyê wê hewl bide ji bo paketa deynkirina hevpar welatên din qanih bike.

Plana têkoşîna li dijî krîzê ku wê li civîna bilind bê nîqaşkirin, alîkariya ji 750 milyar Euroyî datîne holê. 500 milyar Euroyên vê alîkariyê ji subvansiyonan pêk tê ku dewletên jê sûdê werbigirin wê dûre venegerînin.

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rûtte tevî ku bi rengekî giştî li ber bernameya rizgarkirinê ya borî ranebe jî li dijî paketa alîkariyê mûxalefeta herî tund dimeşîne. Ji bo qanihkirina Serokwezîr Rûtte lîderên gelek welatan neçar mabûn biçin Hollandayê. Tevî Hollandayê Awûstûrya, Danîmarka, Swêd û Fînlandiya jî heta radeyekê li dijî paketê ne.

Ev welatên navborî bi taybetî ji welatên başûrê Ewropayê ji Îtalya û Spanyayê nerazî ne, ji ber ku polîtîkayên ‘reformê’ yên Yekîtiya Ewropayê naxin meriyetê. Îtalya û Spanya wê bi 172 milyar û 140 milyar Euroyî ew welat in ku herî zêde alîkarî bi wan re bê kirin.