Krîza aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ku her diçe kûr dibe, vê carê bandor li penêr, rûnê nivişk û şîr da. Li Amedê penêr, rûnê nivişk û şîr êdî bi destê kesî nakeve.

Krîza aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyê her ku diçe kûr dibe û vê carê jî bandor li penêr, rûnê nivişk û şîr kir. Penêr, rûnê nivişk û şîr li Amedê zû bi zû bi destê kesî nakeve. Li bazarê buhayê berheman welatî bêzar kiriye û kes nikare tiştekê bistîne. Di meha Çilê de ji sedî 55 zem hate li ser rûnê nivişk û ji 55 TL buhayê wê derket 85 TL. Di meha Kanûnê de kiloya rûnê nivişk 55 TL bû û ji serê salê û vir de 8 TL zem hate kirin û buhayê rûnê nivişk bû 62.9 TL. Her wiha li marketan jî 85-90 TL ye.

Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di 11 mehên ewil yê sala 2020’î de li Tirkiyeyê 71 ton rûnê nivişkê hatiye hilberandin. Lê ji ber hilberandin beramberê daxwazê nekir, 8 hezar ton hat îthalkirin. Ji bo vê jî 31,6 mîlyon dolar hat dayîn. Li Tirkiyeyê traktorên cotkaran tê hacîzkirin û hilberîner dest ji hilberînê ber didin. Tirkiyeyê di 11 mehên bihurî de ji bo cotkarên Îrlandayê 17 mîlyon dolar da qezençkirin. Li gorî TUÎK’ê li Tirkiyeyê nêzî 24 mîlyon ton şîr hatiye hilberandin. Dema ev rêje li ber çavan tê girtin divê Tirkiye îxracatvanê herî mezin ê rûnê nivişk ê cîhanê bûya. Ji ber vê jî guman li ser daneyên TUÎK’ê hene.

Ji ber vê rewşê hilberînerên şîr zirar kirine û her sala diçe jî rewşa wan xirab dibe. Ev jî dibe sedema ku li welat sewalkarî têk biçe. Li bazara penêr a Kûçeya Gazî ya Sûrê liv û tevger nîne, bazar bêdeng e. Esnafên bazarê krîza aboriyê, gilî û gazanên xwe ji ANF’ê re vegotin.

‘BERÎKA HER KESÎ VALE YE’

Şêhmûz Îlah anî ziman ku ji ber krîza aboriyê kes nikare tiştekÎ bîstîne û got: “Pere di berîka kesî nîne û hêza welatiyan tineye ku bikare penêr bîstîne. Em bi buhayê kirînê difroşîn jî lê kes nikare kîloyekê jî bistîne. Kar tineye û bazar vala ye. Ev demek dirêj e ti welatî nayên bazarê û welatî xizanin. Salên bihurî dema welatî ji bo serdanê dihatin Amedê bi kîloyan penêr û rûnê nivişkê distandin. Lê weke hûn dibînin kes tineye ji derveyî esnafan. Serê sibehê ez hatime dikanê lê niha saet 12:30 kes tineye û min tiştek jî nefirotiye. Di vê demê de kesên dewlemend jî dewlemend bûn û yên xizan jî hîn xizantir bûn. Li Amedê esnaf nemaye û agahiya kesî jê nîne. Gelek welatî ji ber berîka wan vala ye û dibêjin penêrê herî erzan kîjane û tên daxwaza penêrê xirabûyî dikin. Ev çi hal û çi rewşe?”

’43 SAL E MIN REZALETEK WIHA NEDÎTIYE’

Mehemet Aras (55) ê ku 43 sal e penêr difiroş e jî dibêje, berî çend salan dîsa rewşa bazarê baş bû û wiha axivî: “Rewşa me gelek xirabe, ji ber ku her roj zem tê li ser penêr, rûnê nivişk û şîr kes nikare tiştekê bistîne. Ev 43 sal e ez vî karî dikim lê min heta niha rezaletek wiha nedîtiye. Hilberînêr dema şîr bûha bistîne, nikare bike penêr û bifiroş e. Ew şîr û penêr di destê wan de dimîne. Di nava mehekê de 10 TL dema were li ser tiştekê wê kes nekaribe bistîne. Li gorî vê rewşê ne hilberînêr dikare hilberîne û ne jî firoşkar dikare bifiroşe.  Ev demeke rewşa me wiha ye û em nikarin tiştekî bifiroşin. Ji xwe em di nava hefteyê de pênc rojan vedikin û du rojan jî girtî ne. Li gel vê rewşê de ka were kirayan û fatûreyan bide. Wile bileh em nikarin kiraya xwe bidin. Em nikarin deynê xwe bidin û deynên xwe jî bistînin. Her kes di rewşa me de ye. Lê binêre ev hilberînêr ji gundê navçeya Çêrmûgê hatiye û çend kîlo di destê wî de ye û nikare li vê bazarê bifiroşe. Ji ber ku hêza kesî nîne bistîne û bikare bifiroşe. Vê hikûmetê her tişt girtiye û bûhayê her tiştî jî zede kiriye, wê kî were bazarê û kîrinê bike.”

‘ÇI SALA BILINDBÛNÊ ÇI HAL’

Firoşkar Azîz Guner (67) jî da zanîn ku serê sibehê di saet 7:00 de ew hatiye dikanê heta niha 5 TL firoştin kiriye û wiha got: “Ez bavê şeş zarokanim û nexweşiyên min hene. Min emelyata kezebê derbas kiriye û serê sibehê min kûlîçeyek xwariye û ewqas. Ji ber ku ez nikarim firotinê bikim û nikarim bi awayek tendirust jî bixwim. Li şeş zarokan nêrîn ne ewqas asane divê krîza aboriyê de. Vêcar mêrik radibe û dibêje, ‘ji aboriyê, wê ev sal bibe sala bilindbûnê’. Cihê te xweş e û kêfa te li cih e, ma tu çima wiha nebêjî. Kî ji rewşa xizana fêm dike. Wile bileh sibehê heta êvarê vala vala rûdinim. Ez aboneyê Rojnameya Yenî Yaşamê me wile bileh dema hevalê me yê belavkar tê ez  xwe jê vedişêrim. Ji ber ku pere li ser min tineye ku ez pereyê rojnameyê bidim. Ez 6 TL bûme deyndarê rojnamê û eger îro were wê bibe 8 TL. Rojname rojnameya me ye divê em xwedî lê derkevin û bibin alîkar. Lê wileh derfet tineye û rewşa me gelek xirab e. Ji ber vê rewşa krîza aboriyê her ku diçe rewşa me xirab dibe û em nikarin li ser xwe werin. Buhayê zexîre jî gelek buha bûye, ez li vir ne penêrfiroş bim wile bileh ez nikarim kîloyek peynêr bistînim. Li Amedê ji ber krîza aboriyê nêzî 850 esnafan derabeyên xwe anîne xwarê û dikanên xwe girtine û bi hezaran kes jî bêkarin. 22 sal in ez vî karî dikim, heta niha min krîzek wiha nedîtiye.”

‘PENÊRÊ ME DI DESTÊ ME DE DIMÎNE’

Hilberînêr Şêhmûz Bîngol (66) ê jî Erxeniyê penêr aniye bazarê û dixwaze bifiroşe jî got: “Ji zarokatiya xwe ve ez karê hilberînê dikim. Lê min ti sal weke îsal nedîtiye. Penêrê me di destê me de dimîne û em nikarin bifiroşin. Rewşa me nebaşe, wiha biçe em neçarin karekî din bikin.”