Li gorî lêkolîneke ku li Fransayê hatiye kirin, ji ber qedexe û aloziya şewbê nîvê xwendekaran dixwazin dev ji perwerdehiyê berdin.

Li Fransayê jî ji ber Covîd-19’ê gelek ders bi perwerdehiya ji dûr ve tê dayîn û krîza di navbera 2 milyon xwendekaran de zêde dibe. Ji ber têkiliyên civakî kêm bûye, ders ji dêvila amfiyan li malan tê şopandin û pirsgirêkên ekonomîk alozî çêbîne. Ji ber ku gelek bar, restoran û kafe girtî ne, xwendekar ji bo qedandina perwerdehiya xwe ji karên li van deran jî mane.

Ji ber kûrbûna aloziyê û rexnekirina polîtîkayên hikumetê serokkomar Emmanûel Macron çend hefte berê bi xwendekaran re civiyabû. Piştî vê civînê qewl hatibû dayîn ku wê xwarin bi eûroyekê be û wê xwendekar karibin rojekê biçin zanîngehê. Lê ev qewl têr nehatibûn dîtin.

Encama bandora li ser xwendekaran di anketeke Le Fîgaroyê de tê dîtin. Li gorî vê anketê ji sedî 54’ê xwendekaran dixwazin dev ji perwerdehiya xwe berdin.

Anket bi 2500 kesan hatiye kirin û ji sedî 66’ê beşdaran diyar dikin ku ji salekê zêdetir e ‘ew bi tenê hatine hiştin’. Ji sedî 56’ê beşdaran jî diyar dikin, hikumetê ew ‘feda kirine’

Hejmara xwendekarên ku diyar dikin di çarçoveya perwerdehiya ji dûr ve dersan dişopînin jî bi tenê ji sedî 13 e.

Ji sedî 91’ê beşdaran diyar dikin ji ber rewşa civakî û aborî, ji sedî 81 ji ber rewşa tendirustiyê û ji sedî 50 jî derbarê dahatûya xwe reşbîn in.Hejmara kesên ku bawer nakin di pêş de têkevin karekî jî ji sedî 73 ye û ji sedî 71 jî ji tendirustiya xwe ya hişî dikevin gumanê.