Li Îtalyayê ku du hefte ne çareserî ji krîza koalîsyonê re nehatiye dîtin, Serokwezîr Gîûseppe Conte wê îro îstifa bike.

Di 13’ê Çileyê de partiya serokwezîrê berê Matteo Renzî partiya Vîva Îtalîa (IV) xwe ji hikumetê vekişandibû û ji hingî ve encam ji danûstandinan nehate wergirtin. Serokwezîr Gîûseppe Conte li ser vê yekê doh danê êvarê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê îro (Sêşem) îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Sergîo Matterella bike.

Conte ku ji sala 2018’an ve cara sêyemîn e neçar ma hikumetê ava bike, li bendê ye ku Serokkomar Matterella careke din wî ji bo avakirina hikumetê wezîfedar bike.

Hikumeta herî dawî di sala 2019’an de ava bû û ji Partiya Demokrat (PD), Tevgera 5 Stêrk (M5S) û IV pêk dihat. Her wiha hin rêxistiniyên biçûk ên li nava parlamentê jî ji derve ve piştgiriya wê dikir. Lê belê piştî ku IV a ku li Meclîsa Nûneran 28 kursiyên xwe heye ji hikumetê vekişiya, hikumeta koalîsyonê serweriya xwe ji dest da.

Matteo Renzî û partiya wî ku di navbera salên 2014-2016’an de wezîfeya serokwezaretiyê kir, îdîa dikir ku Gîûseppe Conte hem di têkoşîna dijî şewbê hem jî ya li dijî krîza aboriyê de ne serketî ye. Piştî ku IV’ê xwe ji nava hikumetê vekişand, Conte daxwaza dengê baweriyê ji parlamentê kiribû. Di dengdana hefteya derbasbûyî de Conte ji Meclîsa Nûneran dengê baweriyê wergirtibû, lê ji Senatoyê nekarîbû werbigire.