Serokê Daîreya Rêbertiya Exlaqî ya Artêşa NEteweyî ya Lîbyayê ya Xelîfe Hafter, Tûggenrarl Halid El Mahcûp derbarê şerê li herêmê agahî da.
Mahcûp diyar kir ku milîsê hikumeta navendî ya Trablûsê gelek sivîl revandiye û gelek milîs hatine kuştin. El Mahcûp diyar kir ku di operasyona 22’ê Nîsanê de Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê li herêmê bi pêş ve diçin.
Mahcûp diyar kir ku di şer de yek ji rêveberê koma Selîtanê, Abdulraûf El Sarî hatiye kuştin û 15 çeteyên ji Sûriyeyê jî hatine girtin.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî di 20’ê Nîsanê de daxuyanî dabû û diyar kiribû li Lîbyayê heta niha 199 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatine kuştin.
SOHR’ê diyar kir ku dewleta Tirk 5300 leşkerên bi pere şandine Trablûsê û 2100 çete jî ji bo şandina Lîbyayê li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.