Li gorî medyaya Rûs tatbîqat wê li herêma Qirimê û Krasnodarê bibe. Wê 1200 leşker û ji 250’î zêdetir wesayit û balafir tevlî tatbiqatê bibin.
Li gorî ajansa Interfaxê yekîneyên leşkerî bi çarçoweya operasyona tearûzê wê bidestxistina qadekê bilîzin.
Washîngtonê diyar kir Rûsyayê ji 100 hezarî zêdetir leşker li ser sînorê Ukrayna bi cih kirine, fikara wê dikin ku Rûsya ji bo operasyoneke pêkan a dagirkirinê haziriyan dike.
Moskowa van îdîayan red dike, li dijî helwesta ‘agresîf’ a Kîev û Rojavayiyan helwestê nîşan dide. Li gorî Moskowayê armanca tatbîqata leşkerî ew e ku bi paş ve gav bidin avêtin.
Serokdewletê Rûsyaya Vladîmîr Pûtîn beriya bi çend rojan daxuyaniyek dabû û gotibû, ”Hevpîşeyên me yên Rojavayî heke xeta ku bi rengekî aşkere êrîşkar e bidomînin, em ê bi tevdîrên leşkerî û teknîk ên guncav bersivê bidin.”
Pûtîn bi berdewamî gotibû ”’Teqwîyekirina komên leşkerî yên bi destê DYE’yê û NATO’yê yên li ser sînorên Rûsyayê û danîna manewrayên berfireh ên leşkerî dibine sedema ku em fikarên kûr bikin.”