Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay ji bo hilbijartinên Stenbolê banga dengdanê li hilbijêran kir.
Hevberdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî.
Kûbîlay bi taybetî bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê û got, “Hilbijartina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê êdî ji hilbijartina şaredar jî wêdetir e. Piştî ku bi destê YSK’ê darbe hate kirin, veguherî referandûmeke demokrasiyê ku wê tê de biryara ‘darbe’ ya jî ‘demokrasî’ bê dayin.”
Kûbîlay destnîşan kir, ji bo encama demokrasiyê ji vê yekê derkeve HDP gelekî hewl dide û got, “Parlamenterên me, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê, endamên meclîsa partiyê û rêveberên me li wir in. Hevalên me hemû li wê derê bi rengekî awarte hewl didin, dixebitin.”
Kûbîlay bang li alîgirên demokrasiyê, di serî de HDP’iyan kir û got, “Şert e ku li Stenbolê dengdan bê kirin, şert e ku dengê derbasdar bê bikaranîn, şert e ku xwedî li sindoqan bê derketin û demokrasî bê hilbijartin.”