Rojnameger Kemal Reûf diyar ku dîlgirtina Ocalan dîlgirtina neteweyekê ye û got; “Kurd dikarin azadiya Ocalan bikin rojevekî navneteweyî. Di warê dîplomasî, siyasî û aborî de zextan çêbikin heta ku dibe sedema azadiya Ocalan.”

Rojnameger Kemal Reûf têkildarî destpêkirina komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpêkirî û ji Sûriyeyê derketî, herwiha tecrîdkirina Ocalan ji ajansa me Rojnewsê re axivî.

‘Dîlgirtina Ocalan dîlgirtina neteweekê ye’

Rojnameger Kemal Reûf dîlgirtina Ocalan weke karasat bi nav kir û diyar kir ku dîlgirtina Ocalan dîlgirtina neteweyekê ye û got; “Mixabin, heta niha ti helwestên cidî yên navneteweyî ji bo azadiya Ocalan çênebûne.”

‘Zilm li aştî û mirovahiyê tê kirin’

Rojnameger Kemal Reûf eşkere kir ku di nava 20 salên borî de li pêşiya hevdîtinên bi Ocalan gelek astengî hatine çêkirin û rê nedane peyamên wî derkevin ji derve û wiha pêde çû; “Peyamên Ocalan ji bo aştiyê gelek girîng in. Ev zilma tê kirin, ne tenê li kesayetiyek siyasî tê kirin, li aştî û mirovahiyê tê kirin.”

Reûf, diyar kir ku ne tenê Kurd hemû neteweyên azadîxwaz Ocalan weke kesayet û rêveberekî mezin dibînin û wiha pêde çû; “Ocalan ji derveyekî rêveberekî siyasî, zû pêşerojê dibîne. Zû bernameyan didane. Ne tenê ji bo doza Kurd, ji bo pirsgirêkên hemû neteweyên li Rojhilata Navîn. Piştî hatî dîlgirtin jî bi peyamên xwe isbat kir ku dikare bandoriyek mezin ji bo aştiya herêmê bike.”

‘Dikarin azadiya Ocalan bikin rojevekî navneteweyî’

Rojnameger Kemal Reûf derbarê hewldanên hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên ji bo azadiya Ocalan de jî wiha axivî, “Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî nekarine weke pêwîst hewldan bikin, lê hêzen siyasî yên Kurd dikarin vê mijarê zindî bikin û bêxin rojevekî navneteweyî. Hewldan ji bo azadiya Ocalan hebûn, lê neweke têxwestin bûn. Nekarîne zextê li Tirkiyeyê bikin, hate ku Ocalan aazad bikin.”

Rojnameger Kemal Reûf herî dawî got; “Ji bo azadkirina Ocalan divê di warê dîplomasî, siyasî û aborî de zext li desthilatdariya Tirkiyeyê were kirin. Zextên heta niha dihatin kirin jî tenê dîplomasîbûn, wê jî ti bandorî nekiriye.”