Îro ji bo ku sûcê şer ê ku rejîma Srî Lankyayê li ser gelê Tamîlan kirî were pirsîn li paytext Berlînê li ber Wezareta Karê Derve ya Elman wê xwepêşandaneke girseyî were kirin, Kurdistanî jî wê destekê bidin.

Adara pêşiya me li rûniştina Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî wê sûcên şer ên salên 2009-2009’an ku li Srî Lankayê komkujiya li ser gel û gerîlayên Tamîlî were rojevê. Tamîliyên li dîasporayê wê li pirsên sûcên şer ên NY’yê bipirse û ji rêveberiya Srî Lankayê dixwaze mekanîzmayên serbixwe sazkar bibe.

Ji bo ku Elmanya ku di Konseya Mafê Mirovan de xwedî hêz e tevbigere beriya bi salekê Tamîliyan kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Îmzeyên ku bi desteka 60 komele û organîzasyon hatine berhevkirin bi xwepêşandaneke girseyî wê teslîmî Wezareta Karê Derve bikin.

Meclîsa Kurdistaniyan a li Berlînê jî ragihand ku ew ê tevlî xwepêşandanê bibin. Hevserokê Meclîsê Ismaîl Parmaksiz diyar kir ew ê destekê bidin xwepêşandanê ku îro saet 12.00’an wê dest pê bike.

Parmaksiz got, ”Daxwazên gelê Tamîl daxwaza gelê Kurd e jî, ji bo vê em dixwazin Kurdistanî tevlî xwepêşandana îro bibin.”