Kurdistaniyên li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û jê xwestin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.

Kurdistaniyên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Kurdistaniğyan her wiha komîteyek ava kirin ku vê kampanyayê bi rê ve bibe.

Kurdistaniyên li Mannheîmê her wiha wê bi hin çalakiyan komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar bikin.

Di 9’ê Sibatê de wê saet di 14:00 de tevî enternasyonalîstan serdana cihê çalakiyê yên Ronahî û Bêrîvan bikin, ku sala 1994’an di Newrozê de bedena xwe dabûn ber agir.