Li pêşiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrga Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeta Azadiya Ocalan hatibû destpêkirin. Ev nobet ket hefteya 319’emîn.
Nobedarên vê hefteyê jî 10 Kurdistanî ne, yên ku ji rojhilatê Elmanyayê ji eyaletên Sachsen û Sachsen-Anhaltê hatine. Komê roja yekşemê nobet wergirtin. Di komê de welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê û Rojava hene yên ku ji bajarê Leîpzîg, Dresende, Magdebûrg û Halleyê hatine.
Di komê de Kerem Gok, Aslihan Çetîn, Mediye Çelîk Kûrt, Selahattîn Ozçelîk, Norşîn Ozçelîk, Veysel Çetîn, Newal Çetîn, Amara Aydin, Kasim Osman û Kanîwar Alkhaled hene.
‘DIVÊ EWRÛPA LI DIJÎ PRENSÎBÊN XWE TEVNEGERE’
Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku, “Daxwaza me ya ji saziyên Ewrûpayê ev e ku, bila li gorî rêzikname û prensîbên xwe tevbigerin. Li vê derê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Konseya Ewrûpayê hene. Ewrûpa her dem pesnê demokrasiya xwe dide. Em jî dixwazin ku bila ew xwedî li berpirsyarî û rêgezên xwe derkevin. Ev mafê me yê qanûnî ye.”
Nobeta hefteya borî jî ji aliyê komeke çar kesî hatibû wergirtin ên ku ji Danîmarkayê hatibûn.