KON-MED û TJK-E’yê ji bo meşên 29’ê Hezîranê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûnê kirin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê li Ewropayê (KON-MED) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji bo meşên 29’ê Hezîranê banga tevlîbûnê kirin.

KON-MED’ê diyar kir, dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi xwe ve girê bide û armancên xwe yên polîtîkayên kolonyalîst ên tevahiya dîrokê pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêveberiya PDK’ê tevlî vê polîtîkaya xwe dike û bi piştgiriya PDK’ê vê yekê pêk tîne. Rêveberiya PDK’ê ji gelek deverên stratejîk pêşmergeyên xwe vekişand, çeperên xwe radestî artêşa Tirk a dagirker kir û bi vî rengî hem cesaret da artêşa mêtinger a Tirk ku êrîş bike hem jî rê li ber rewşeke welê vekir ku di encama êrîşan de sivîl jiyana xwe ji dest bidin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kir, bi plana têkbirinê û polîtîkayên komkujiyê dixwaze têkoşîna gelê Kurd tasfiye bike, armanca xwe tinekirina destketiyên gelê Kurd hemûyan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, dewleta Tirk ji bo pêşî li statuya Kurdan bigire êrîş dike û hate gotin, “Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê, yê li hemû parçeyan û derveyî welat bi sekneke bi biryar têbikoşe, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibe. Divê lîstika xewn û xeyala sed salî ya dewleta Tirk bê têkbirin. Divê em di vê pêvajoya dîrokî de firsend û destketiyên xwe veguherînin azadiyeke daîmî.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 29’ê Hezîranê di serî de li Elmanyayê û bajarê Strasbourg ê Fransayê wê li gelek welatên Ewropayê çalakî li dijî dagirkeriyê bên kirin û banga tevlîbûnê hate kirin.

TJK-E: GELÊ KURD WÊ LI HER DEVERÊ XWEDÎ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERKEVE

TJK-E’yê jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Êrîşên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê yê li dijî xweza, tevger û gelên Kurdistanê ev mehek e berdewam dikin. Ev êrîş weke şerekî bêrûmet, derî huquqî û mirovahiyê ji her derê cîhanê tê şopandin. Dewleta Tirk wek hêzeke mêtînger bi salan e xwe li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye û gelek caran bi bêdengî û aligiriya hikumeta Başûr êrîş biriye ser Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ê Başûr. Ev êrîşên dawî ku jin û zarok jî tê de, gelek sîvîlan ji xwe re dike hedef, rûyên qirêj ê dewlet û hikumeta AKP-MHP û her wiha alîgirên wê careke din nîşan da.

Dagirkirina Xakurkê ne tenê êrîşeke li dijî Tevgera Azadiyê ye. Bi vê dagirkeriyê dewleta Tirk dixwaze têkçûna xwe ya li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Başûr bide jibîrkirin, statuya Başûrê Kurdistanê bi vî awayî tesfiye bike û bi her awayî Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Lê dewleta Tirk wekî ku li Bakur û li Rojava dît, divê bizanibe ku gelê Kurd li her çar parçê Kurdistanê wê tu carî serî li mêtîngeriyê netewîne û wê nebe xizmetkarê desthilatdaran. Êrîşên li ser Başûr, êrîşên li dijî desketiyên Tevgera Azadiyê û desketiyên Tevgera Jina Kurd in. Ê ku êrîş dike divê bizanibe ku li kîjan parçê Kurdistanê dibe bila bibe, wê rastî berxwedaneke bêhempa were.

Li ser vê esasê em wek Tevgera Jina Kurd li Ewropayê (TJK-E) êrîşên bêrûmet ên dewleta Tirk û hevalbendên wê şermezar dikin; bang li hemî mirovahiyê, li Kurdistaniyan û saziyên navneteweyî yên demokrat û mafên mirovan diparêzin dikin. Roja 29.06.2019’an derkevin qadan, dengê xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bilind bikin. Gelê Başûr ne tenê ye. Gelê Kurd li her çar parçê Kurdistanê bi gelê Başûr re ye.”