Salvegera damezrandina PKK’ê li gelek welatên Ewropayê hate pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve hate şermezarkirin.

Salvegera damezrandina PKK’ê li gelek welatên Ewropayê hate pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve hate şermezarkirin.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, aktîvîstên Tevgera Ciwanê Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ji bo balê bikişînin ser peymana dagirkirinê ya li ser Şengalê, êrişên dagirkeriyê yên li tevahiya Kurdistanê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji qada Leopoldplatzê heta Frantz-Neûmann Platzê meşiyan. Di meşa meşaleyî ya ciwanan de qedexeya li ser PKK’ê ku ji sala 1993’an ve dewam dike hate şermezarkirin. Bi navê TCŞ’ê li qada çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Êrişên li dijî Şengalê êrişên li dijî felsefeya Rêber Apo ye. Xeta Rêbertî wê weke xeta Egîd Civyan timî li Şengalê hebe. Yên ku dema DAÎŞ hat bêyî li pey xwe binerin û reviyan, li ser Şengalê pîlanên qirêj kirin. Em ciwanên Kurdistanî dibêjin, bijî berxwedana Şengalê, bimire xiyanet û bijî berxwedana Şengalê dibêjin.”

DUSSELDORF: Li paytexta eyaleta NRW a Elmanyayê, aktîvîstên TCŞ û Antîfayê, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê meşek li dar xistin. Di meşê de ji bo PKK’ê dirûşm hatin qîrîn.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, li dijî hikumeta Iraqê, PDK’ê û Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin. 

PARÎS: Li banliyoyên Vîlleneûve û Drancy ên paytext Parîsê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, afîş û pankart hatin daliqandin. Li banliyoya Vîlleneûve-Saînt-Georges jî aktîvîstên TCŞ’ê ji bo Şengalê mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de lihevkirina Bexda û PDK’ê ya li ser Şengalê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Ciwanan piştre li ser heman mijarê belavok belav kirin.

BORDEAÛX: Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, saet di 19:30’î de li hev kom bûn û destpêkê li qada Vîctoîreyê belavok xwendin. Di belavokê de li ser peymana PDK’ê û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê û veguhastina leşkerî agahî hatin dayin. Ciwanan piştre ber bi kolana Saînte-Catherîne dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de li gel şermezarkirina êrişa dagirkeriyê ya li ser Şengalê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate kirin.

KATALONYA: Li paytexta herêma Katalonyayê ya xweser a Spanyayê li Barcelonayê, salvegera 42’an a damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hewldana dagirkeriyê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.

SOLOTHÛRN: Bi wesîleya sala 43’an a PKK’ê li kantona Solothûrn a Swîsreyê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, agir hate dadan û govend hate gerandin.